Li Minbicê 43 girtî hatin berdan

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarêwê 43 girtî di nav de 5 jin ên ku hevkariya çeteyên DAIŞ`ê kirine, lê destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tine bû serbest berdan.

Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
Li Minbicê 43 girtî hatin berdan
2 adar, 2019   18:01

MINBIC

Li ser bangewaziyên rûspiyên êlên Ereb ên herêmên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya biryara serbestberdana 283 girtiyan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de Minbicê de da.

Li ser wê yekê rûspiyên êlên herêmê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê tevî endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilataê Sûriyê civiyan. Civîn ji bo axaftina bi girtiyan re beriya ku serbest werin berdan li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê desteyê Şêx Adil Ebdulselam, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Farûq El-Maşî axivîn.

Di axaftinan de bang li girtiyan hate kirin ku layiqî navbeynkariya rûspiyan û însyatîfa ji bo efûyê bin. Her wiha ji girtiyan hate xwestin ku li xwe vegerin û carek din xizmeta dagirker û dijminan nekin berovajî wê xizmeta herêm û civaka xwe bikin.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla Benî Esîd, Mihemed Sadiq El-Esîdî spasiya însiyatîfa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê kir û ji girtiyan xwest ku carek din şaştiyên xwe dubare nekin. El-Esîdî teqez kir ku ev însiyatîf nîşaneya bêhnfirehiyê û bexişandiyê ye.

Girtiyek ku serbest hatiye berdan Eymen Şêxo ji ajansa me re axivî  û teqez kir ku ew nikare hestên xwe kêfxweşiyê bîne ziman, ew gelek kêfxweş e ji ber ku hatiye serbestberdan.  Şêxo spasiya êlên herêmê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê kir û bal kişand ku di dirêjahiya dema ku gitî maye de, têghiştiya şaştiyên ku kirine û ew kiryar bi cahiliyetê wesifand û soz da ku dê kesayeta xwe ji nû ve ava bike da ku sûd li civak û şêniyan bike.

Li gorî kesê ku agahiyan li ser karûbarên girtiyan dizane, diyar kir ku cezayên girtiyên ku serbest hatine berdan di navbera 2 sal û kêmtir de ye, ji ber ku destên wan di rihandina xwîna gelê Sûriyê de tune ne.

(şx)

ANHA