Di çalakiyên HRE‘ê yên li Ezazê de 12 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan li herêma Ezazê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn, di çalakiyan de 12 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HRE‘ê yên li Ezazê de 12 çete hatin kuştin
2 adar, 2019   15:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Tê de diyar kir ku hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin, didomînin û wiha parve kir:

"Di dîroka 1’ê Adarê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrînê ya herêma Ezazê 2 xalên leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet El Mutasim hedef girtin û çalakiya serdegirtinê lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûn derket. Di encamê de 8 çete hatin kuştin û şervanên me dest danîn ser çekek RPK, 2 çekên kalaşnîkof (AK-47) û rextek.

Di heman demê de komek çeteyên ku xwestin xwe bigihînin cîhê çalakiyê bi armanca kuştî û birîndarên xwe rakin, şervanên me seyareyeke vê komê kirin hedef û çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Di encama her du çalakiyan de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn."