1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin

Yekîtiya Endizyarên herêma Firatê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşmeya "Endizyar  neynika gelan e" li bajarê Kobanê li dar xistin.

1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
1. Konferansa  Yekîtiya Endizyarên Herêma Firatê hate lidarxistin
2 adar, 2019   15:25

KOBANÊ

Bi dehan endizyarên herêma Firat, Cizîrê, Odeya Endizyaran, endamên saziyên civaka sivîl ên Kobanê, Tevera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di konferansê de amade bûn.

Konferans bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Paşê hevseroka Odeya Endizyarên Kobanê Cîhan Mehmûd  bi xêrhatina mêvanan hazir kir.

Her wiha Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo lidarxistina konferansê li hemû endizyaran pîroz kir û got ku "Ev konferans xwedî wateyeke girîng û giranbuha ye. Ji ber ku yekemîn car e ku konferansa endizyaran li warê berxwedanê Kobanê tê lidarxistin, girîngiya endizyaran ew e ku bingeha serkeftinê ne."

Ehmed di berdewam kirina axaftina xwe de wiha anî ziman:” Li hemberî me komplo têne meşandin, divê em bi zanebûn li hemberî van komployan bisekinin. Taybet endizyar ku ji bo vê civakê plannameyan datînin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li endizyaran kir ku xwedî li nirxên şehîdan û şoreşê derkevin.

Paşê rêveberiya Yekîtiya Endizyarên herêma Cizîrê Samî Yûsif, yekemîn konferansa endizyara herêma Firatê pîroz kir û hêvî kir ku konferans bi biryarên girîng ji bo pêşxistina civakê bi encam bibe."

 Piştî axavtinan rêziknameya  ya endizyaran ku ji 26 xalan pêk tê hate xwendin.

Paşê ji bo hilbijartina hevserokatiya Yekîtiya Endizyaran 4 endizyar ketin namzetê "Mezlûm Mele Xelîl, Ziyad Êto, Cîhan Mihemed û Nezmî Mihemed" ji wan Mezlûm Mele Xelîl û Cîhan Mihmed  wekî hevseroktiya Yekîtiya Endizyaran a herêma Firatê  hatin hilbijartin

(hh/şm)

ANHA