Mehbaş: Girtiyên DAIŞ’ê yên hatin berdan, xebatkarên sivîl bûn

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş destnîşan kir ku kesên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve serbest hatin berdan, xebatkarên sivîl li gel çeteyên DAIŞ`ê bûn û destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye.

Mehbaş: Girtiyên DAIŞ’ê yên hatin berdan, xebatkarên sivîl bûn
2 adar, 2019   14:05

GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş li civîna çapemeniyê de ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo serbestberdana 283 girtiyan hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid Mehbaş destnîşan kir ku 283 girtiyên ku serbest hatin berdan, xebatkarên sivîl ên li gel çeteyên DAIŞ`ê bûn, ne leşker in û hate teqezkirin ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye.

Her wiha Mehbaş teqez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyara gelên Sûriyê ye ku di erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn. Her wiha destnîşan kir ku ew ê bi rêya destekdayîna derûnî û dewreyên birdozî sazûmaniya wan ava bikin da ku tev li civakê bibin. Mehbaş diyar kir ku bi kefaleta rûspî û şêxan wan ew kes serbest berdan.

Mehbaş destnîşan kir ku ev ne beşa dawîn e ku serbest werin berdan û piştî lêkolînan û heta ku were teqezkirin ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê tune ye, dê hemû girtî serbest werin berdan.

Ebid Hamid Mehbaş diyar kir ku ew serbestbedan ne bi boneya tu wesîle û tu salvegeran e lê belê li ser xwesteka rûspî û şêxên eşîran hat kirin û ji kesên ku serbest hatin berdan xwest ku bi awayekî baş tev li nava civakê bibin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş di dawiyê de diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji pîvana efûkirinê û bi serbestberdana wan kesan hewl dide wan li rêya rast vegerîne.

(bx)

ANHA