Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrazorê dest bi çandina daran û sererastkirina rêyan kir

Di encama lehiyên di demên dawîn de yên li Dêrazorê, gelek rêyên sereke xirab bûn û bar ket ser milê şêniyên herêmê. Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi karê sererastkirina rêyan kir da ku bar ji ser milê  şêniyên herêmê rake û rêwîtiya erebeyan hêsan bike.

Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrazorê dest bi çandina daran û sererastkirina rêyan kir
Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrazorê dest bi çandina daran û sererastkirina rêyan kir
2 adar, 2019   14:02

DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzariyê 6 qelabe, 2 kerîdor, 2 treks, 2 sehrîc û bobkartek şandin da ku dest bi avakirina rêya bi dirêjahiya 3 km û li aliyê rêya trênê ya li gundê Mihêmîdiyê bikin. 

Her wiha komîteyê bi hevkariya şaredariyan dest bi jinûveavakirina sazûmaniya rêya Hawî El-Hisan a giştî bi dirêjahiya 8 km û firehiya 15 m kir. Tê zanîn ku ev rê digihîje rêya trênê ya sereke ku rojavayê bejahiya bajêr bi bakurê rojhilat ve girê dide.

Rêveberê alav û serpereştê kar ê Komîteya Xizmetguzariyê Hemd El-Selam der barê xebata komîteyê de wiha got: "Em ji bo gihandina rêya gundên rojavayê bejahiyê bi torên rêyên giştî dixebitin, paşê rojavayê bejahiyê bi rojhilat û rêyên dewlî yên din ve girê bidin da ku ziyanên  lehiyên salên derbasbûyî  û êşa şêniyan, bi rêya tevgera çûn û hatina li gundan û di navbera eraziyên çandiyê de hêsan bikin.

Têkildarî mijarê Şaredariya Gel li gundê Mihêmîdiyê yê rojavayê Dêrazorê, bi hevkariya Komîteya Xizmetguzariyê, ji bo hêsankirina zirarên ji ber lehiya li gundên Mihêmîdiyê, Sifêra û El-Hiwaîc, bi karê danîna boriyên avê li her du kolanên sereke radibe ku ew jî kolanên Şaredariyê û Gazê ne.

Her wiha Şaredariya Gel a Kesrayê dest bi çandina daran li parkên giştî kir da ku bedewiyê bide bajêr.

ANHA