ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.03.2019
2 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Lêkolînera Sûriyê Sewsen Zekeriya destnîşan kir ku geşkirina mirovî bi hemû şaxê xwe li tevahî Sûriyê bi taybet di dîroka heyî de mijareke girînge. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Îbrahîm Qeftan got, piştî bidawîbûna DAIŞ‘ê wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ew bi rûspiyên Ereb re bixebitin da ku fikrê DAIŞ ji holê rakin û li şûna wê fikrê welatparêziyê pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Buroya Rêveber a Tevgera Veguherî ya Demokratîk (Heyet El-Tenîsq) Ziyad Wetfê got, Rêveberiya Xweser û opozisyona hundirîn ku xeta çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê pejirandine derfeta herî mezin di dest wan de ye da ku li hev rûnên û ji bo peydakirina çareseriya siberoja Sûriyê li hev bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê,  rêxistina Kongreya Star semînerekê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, bi heman armanca Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeheke alavên kevin li Akademiya Kongreya Star vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Efrînê li Şehbayê bi serdana malbatên şehîdan çalakiyên 8‘ê Adarê dest pê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jin a Kantona Şehbayê ji bo piştgirdayîna çalakiya Leyla Guven daxuyanî li navçeya Fafînê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya Kongreya Star ji bo pêşxistina aboriya xweser û xurkirina rihê hevkariyê 3 dukanên xwarinê li taxa Aşûriyê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê bi derfetên kêm xwe bi rêxistin dike, stadan sererast dike, tîmên werzîşê yên jin û zilam ava dike, di heman demê de lîstikvanan perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4‘emîn Mîhrecana Huner û Wêjeya Jinan ku li Hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin di roja duyemîn de didome, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Saziya Çandiniyê ya Minbicê merheleya duyemîn a ji bo zêdekirina berhemên çandiniyê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA