Li Baxozê şerên giran rû dide

Li gundê Baxozê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê rû dide.

Li Baxozê şerên giran rû dide
1 adar, 2019   19:52

DÊRAZOR

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD‘ê Mustefa Balî ji ajansa em re diyar ku li devera dawî ya li gundê Baxozê ku di destê çeteyên DAIŞ‘ê de maye şerên giran di navberan şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dide.

Balî anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk deverên çeteyên DAIŞ‘ê topbaran dikin û ji her aliyan ve pêş dikevin, di heman demê de balafirên Koalîsyona Nadewletî bargehên çeteyên bombebaran dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro saet piştî derxistina sivîlên dawî ji Baxozê di saet 18:00‘an de operasyona dawî ya tinekirina DAIŞ‘ê li Baxozê ragihand.

ANHA