El- Qeftan: Em ê ji bo tinekirina fikrê DAIŞ bixebitin

Îbrahîm El-Qeftan got, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştî bidawîbûna DAIŞ‘ê dê bi rûspiyên Ereb re bixebitin da ku fikrê DAIŞ‘ê ji holê rakin û li şûna wê fikrê welatparêziyê pêş bixin.

El- Qeftan: Em ê ji bo tinekirina fikrê DAIŞ bixebitin
2 adar, 2019   05:20

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di hevdîtinekê xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê têkildarî geşedanên dawî axivî .

El-El-Qeftan destnîşan kir ku hemû dewletên mûdaxeleya Sûriyê dikin dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pêk bînin û got: "Di demên dawî de, me dît çawa Amerîkayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da, piştre dîsa biryar girt ku 400 leşkerên xwe bihêle."

El-Qeftan destnîşan kir ku partiya wan xwe naspêre aliyên derve û wiha pêde çû: "Em xwe dispêrin gelê xwe û ji bo pêkanîna berjewendiyên gelê xwe dixebitin. Belê rola Koalîsyona Navdewletî di şerê li dijî DAIŞ‘ê de pir mezin e, em vê yekê ji bîr nakin, lê ev nayê wateya ku me xwe spartiye wan."

Îbrahîm El-Qeftan bal kişand ser xaleke girîng û got: "Şerê me yê li dijî DAIŞ‘ê di aliyê erdîngerî de bi dawî bû, lê fikrê wî hîna heye. Wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em ê bi eşîreyên Ereb ên li herêm bixebitin da ku fikrê DAIŞ‘ê ji holê rakin, ev erkaya ji ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk zehmetir e."

Li ser mekanîzmeya pêkanîna vê erkê El-Qeftan diyar kir ku ew ê bi rêya civînên girseyî bi gel re vê yekê pêk bînin û wiha got: "Em ê ji bo rakirina fikrê DAIŞ‘ê bixebitin û li şûna wê fikrê welatparêziyê pêş bixin, bi vê yekê dê Sûriyê ji şerê navxweyî dûr bikeve. Em ê Sûriyê ber bi pêvajoyeke pêşketî ve bibin û bi dirûşmeya demokratîk, nenavendî û pirrengî nasnemeya welatparêziyê kar bikin."

Serokê Partiya Pêşerojêya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina Rûsya û Amerîkayê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe got: "Wekî gelê Sûriyê divê em ji xwe pirs bikin, berjewendiyên me li kuderê ye û wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xebatên me di çarçoveya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar namîne, lê em xwe bighînin tevahî Sûriyê."

ANHA