Li Minbicê panela "Jin û Jiyan"

Meclisa Jin a Minbic û gundewarên têkildarî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelek bi navnîşana"Jin û Jiyan" lidar xist.

Li Minbicê panela "Jin û Jiyan"
28 sibat, 2019   14:45

MINBIC

Meclisa Jin a bajarê Minbic û gundewarên wê, di çarçoveya rêzeçalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  de ku bi dirûşmeya "Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror têk diçe" hatiye destpêkirin, panelek bi sernavê "Jin û Jiyan" li avahiya meclisa jin lidar xist.

Bi dehan endamên jin ên komîte, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokartîk a Minbicê û gundewarê wê amade bûn. Panel ji aliyê berdevka Meclisa Jin a Minbic û gundewarê wê Ibtîsam Ebdilqadir û endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jinelojî Sedîqa Xelo ve hate birêve birin.

Piştî deqeya rêzgirtin, panel bi du pirsan li ser "Têkiliya di navbera jin û jiyan de û danasîna herdu têgehan" dest pê kir. Beşdaran li ser herdu pirsan bersiv û nêrînên xwe anîn ziman.

Sedîqa Xelo destnîşan "Ya dihêle civak di nava nakokiyan de be, ew e ku hêza jinê nas bike lê di heman demê de bendan li ser wê ferz bike û rola wê ya sereke di civînê de înkar bike."

Mijara duyemîn ku di panelê de hate nîqşakirin, rola jin di jiyanê de û rêbazên şaş û rast li hemberî wî. Ev mijar ji aliyê Îbtîsam Ebdulqadir ve hate şîrovekirin. Îbtîsam anî ziman ku asta pêşketina civakê ji asta pêşketina jinê ye, lew  re divê jin cewherê xwe nas bike û têkoşînê bike. Li aliyekî din jî, jin dibistsanê her çend jinan azad be ew civakî azad be.

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Di nîqaşan de girîngiya rêxistinkirina jinan û piştgiriya bi hemû jinên cîhanê re hate destnîşankirin, heta gotin ku rêxistinkirin rêbaza xilaskirina jinan ji şidetê ye.

(jo)

ANHA