Pêngava paqijiyê ya ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ dest pê kir

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li bejahiya rojhilatê bajêr, bi dirûşma ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ pêngava paqijiyê da destpêkirin.

Pêngava paqijiyê ya ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ dest pê kir
Pêngava paqijiyê ya ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ dest pê kir
Pêngava paqijiyê ya ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ dest pê kir
Pêngava paqijiyê ya ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ dest pê kir
28 sibat, 2019   14:01

DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzariyê pêngava paqijiyê ya bi dirûşma ‘Bi hev re ji bo Hecînê’ ji bo rakirina kavil, bermahî, çopa ji ber çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin. Pêngav bi kolana çalan ji bo çopê (sergo) û vekirina kolana sereke ya li bajarokê Hecînê ku dirêjahiya wê 8 km ye, dest bi kar kir.

Di pêngavê de 75 karker, 4 traktor, 2 bobkat, 5 kamyon, 2 treks, 3 sehrîcên avê, di gel 50 şêniyan dixebitin. Karker bi dilxwazî kar dikin. Her wiha tîma kar û serpereştiyê, nirxandina pêdiviyên avê ku avê li zeviyan belav dikin, beşdarî pêngavê bûn.

Li gorî banga şêniyan, kavil li kêleka çemê Firatê bên danîn, ji bo ku dema barana zêde pêlên avê asteng bikin da ku bi ser zeviyên wan de neçe. Komîteya Xizmetguzariyê çopa mayî bir cihekî berê ku ji bo çopê hatibû amadekirin.

Karkerên ku beşdarî pêngavê bûn, diyar kir ku pêngav gaveke girîng e ku şêniyên herêmê baş bi karê xwe rabin.

ANHA