Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa pêngava têkçûna DAIŞ`ê li Baxozê, helwesta Amerîkayê li Sûriyê, lûtkeya Trump û Kim Jong-un, aloziya di navbera Hindistanê û Pakistanê de û rewşa li Tirkiyê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
28 sibat, 2019   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Endamên DAIŞ`ê di berîka dawîn de di navbera radestbûn û şerkirinê de parçe bûne

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser pêngava rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ji DAIŞ`ê û wiha got: "Endamên DAIŞ`ê ku li berîka dawîn a Rojhilatê Sûriyê hatine dorpêçkirin, di navbera şerkirinê ji bo parastina herêmên rêxistinê û radestkirinê yan jî revandinê de parçe bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) texmîn dike ku bi sedan endamên DAIŞ`ê di nîv kîlometre çargoşe li Baxozê de tevî hejmareke mezin ji sivîlan hatine dorpêçkirin. Tevî ku zêdetirî 9 hezar kes di hefteyekê de ku piraniya xwe malbatên hêzên tundraw bûn, hatin derxistin.”

El-Ereb: Nezelalbûna niyeta Amerîkayê li Sûriyê hevalbendan matmayî dihêle û Rûsyayê bi hêrs dike

Rojnameya El-Ereb jî bal kişand ser niyeta Amerîkayê ya li Sûriyê û wiha nivîsand: “Bi nêzîkbûna tunekirina berîka herî dawîn a rêxistina DAIŞ`ê li Rojhilatê Sûriyê, pirsên gelo wê rewşa rojhilatê Firatê, parêzgeha Idlibê û herêma ewle çi be, derdikevin holê. Nexasim niyetên Amerîkayê ji bo hevalbendên xwe hîn ne zelal e. Hevalbend li bendê ne ku rêveberiya serok Trump der barê erkên hebûna hêzên xwe li Sûriyê û gavên piştî wê de zelal bike.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Çavkaniyên taybet ragihand ku fermandarên Hûsî di hevdîtina nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths de hinek şertên nû gotin. Ji wan şertan, balafirgeha Sena ji nû ve were vekirin û pereyên karmendên dewletê li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de werin dayîn.”

Îran

Rojnameya El-Heyat behsa rewşa Îranê kir û wiha got: "Piştî ku serok Hesen Rûhanî îstîfaya wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf red kir, şertên ku Zerîf dixwest, pêk hatin.”

Pakistan û Hindistan

Der barê aloziya di navbera Pakistan û Hindistan de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Piştî ku Hindistan û Pakistanê bi xistina balafiran hev tawanbar kir, bangên navneteweyî ji bo aramiya di navbera her du welatan de zêde bûn.”

Lûtkeya Trump û Kim Jong-un

Têkildarî lûtkeya di navbera Trump û Kim Jong-un de, rojnameya El-Ereb wiha got: "Lûtkeya duyemîn a di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Hanoî ya Vîetnamê de, di demekê de ku danûstandin di navbera her du dewletan de di asteke pir zehmet de derbas dibûn, pêk hat. Hêvî heye ku aloziya bernameyên nukleerî û moşekan a Koreya Bakur were çareserkirin.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rojeva aliyên siyasî û çapemeniyê yên Tirkiyê aloziya di navbera serokkomar Erdogan û birayên wî yên partiya AKP`ê de ye. Taybet piştî ku agahî hatin belavkirin ku dê serokê berê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ji ber rewşa li welat ne baş e, dê blokeke din a siyasî ya  nû ava bikin.”

(kc)