Şêniyên Şehbayê kêliyên xwe yên bi Ocalan re vedibêjin

Şêniyên navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê kêliyên hevdîtinên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û bandora fikrên Ocalan a li ser wan vegot û wiha got: “Pêkanîna rêgez û têgeha neteweya demokratîk ku Ocalan pêşniyar dike, wê ji tevahiya nakokiyên Rojhilata Navîn re çareseriyê pêk bîne.”

Şêniyên Şehbayê kêliyên xwe yên bi Ocalan re vedibêjin
28 sibat, 2019   08:41

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lubnanê bû, li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dima. Bi hezaran kes ji bo ku Ocalan bibînin, serdana wî dikirin. Di nava wan kesan de bi dehan şêniyên Şehbayê jî hebûn. Şêniyên Şehbayê yên ku wê demê fikr û projeyên Ocalan bandor lê kir, niha jî ji bo têgeha neteweya demokratîk di nava pêkhateyên herêmê de belav bikin, dixebitin.

Hindek şêniyên navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê ku di salên 90’î de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, kêliyên hevdîtinên xwe bi Ocalan re ji ajansa me re vegotin.

Şêniyê bi navê Mihemed Îso Elo yê 65 salî, wiha detayên hevdîtina xwe ya yekemîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman. “Ocalan kesayetek bi hêz e. Dema di civînê de diaxivî hema yekser ew tişt xuya dikir. Fikr û felsefeya wî pir durist bû. Ocalan dema kesek cara yekî didît, ew nas dikir. Wî ji dûr ve bi awayekî kûr li şêniyan dinêrî. Nêrînên wî bandor li şêniyan dikir. Tevgerên wî, hezkirin û qebûlkirina her kesî balkêş bû. Ocalan ji dîrok û çanda hemû pêkhateyan re rêzdar bû.”

Mihemed destnîşan kir ku niha fikr û felsefeya Ocalan li herêmê pêk tê.

Komploya Navdewletî ji ber tirsa ji fikrên Ocalan pêk hat

Jina bi navê Nazlî Xarfin a 46 salî di sala 1991`an de li bajarê Helebê Ocalan dîtiye. Nazlî wiha qala hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re dike: “Di civînê de pêwîstiya hevgirtina gelê Kurd tekez kir. Gotinên Ocalan bandoreke zêde li min kir. Niha jî em hewl didin fikrên Ocalan di nava gel de belav bikin.”

Girêdayî Komploya Navdewletî Nazlî destnîşan kir ku dewletên mezin ji bo têkbirina fikr û felsefeya Ocalan komplo pêk anîn û wiha pê de çû: “Ji belavbûna fikr û felsefeya wî tirsiyan.”

Pêwîstiya gel bi fikrên Ocalan heye

Şêniyê bi navê Receb Xarfin ê 49 salî destnîşan kir ku heya vê kêliyê kesayeta Ocalan di hiş û bîra wî de ye û wiha axivî: “Wek nan û av pêwîstiya gelê herêmê bi fikrên Ocalan heye. Çawa ku pêwîstiya laşê mirov bi enerjiyê heye, wisan pêwîstiya gelê herêmê jî bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk heye.”

Recep Xarfin di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Îro bi saya fikr û felsefeya Ocalan em gihaştin vê pêvajoyê. Bi saya kûrbûna fikr û felsefeya wî, me xwe li ser rêgeza neteweya demokratîk bi pêş xist. Em hewl didin tevahiya tiştên me ji Ocalan girtine, bînin cih.”

(şx/bm)

ANHA