Jinên El-Besîra dozên xwe çareser dikin

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jinan a herêma El-Basîra ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji 700 dozên jinan 675 doz çareser kirine. Komîte roleke pêşeng ji bo civaka ku nû ji destê DAIŞ’ê derketiye, dilîze.

Jinên El-Besîra dozên xwe çareser dikin
Jinên El-Besîra dozên xwe çareser dikin
28 sibat, 2019   09:20

BETÛL EL-ŞÊX / DÊRAZOR

Jinên herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê dagir kirine, rastî zilm û binpêkirinên hovane hatin. Jin li van herêman ji hemû mafên xwe bê par dihatin hiştin. Her çendî heta niha jî bermahiyên hişmendiya DAIŞ’ê di civakê de mabe jî, jin ji mal derketin, xwe bi rêxistin dikin û roleke girîng ji bo avakirina civakeke biexlaq dilîzin.

Piştî herêma Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jinan ji bo rêvebirina civakê û standina mafên jinan ku hatine dizîn xwe bi rêxistin kirin. Jinan meclis, komîte û saziyên xwe ava kirin.

Yek ji wan komîteyan jî, Komîteya Lihevanînê ya bajarokê El-Basîra li rojhilatê Dêrazorê ye. Komîte di 15`ê Gulana 2018`an de hate avakirin û roleke pêşeng di çareserkirina pirsgirêk anku dozên girêdayî nakokiyên jinan de lîst.

Komîte ji 5 endamên jin ên xwedî tecrube di çareserkirina dozên jinan û civakî de pêk tê. Komîteyê di 10 mehan de ji 700 dozan 675 doz çareser kirine. 25 dozên ku nehatine çareserkirin jî veguhestine Dîwana Edaleta Civakî.

Dozên ku Komîteya Lihevanînê çareser dike, girêdayî pirsgirêkên jinan ên di malbatê de, cudabûn, mîras, mafê xwedîkirina zarokan û dozên civakî.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Komîteya Lihevanînê Meryem El-Ekle ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji terorê, jinan hewl da cihê xwe di jiyanê de bigirin û wiha got: “Jinan xwe bi rêxistin kir. Em hewl didin bi razîbûna her du aliyan dozê çareser bikin, lê dozên ku nayên çareserkirin ji Dîwana Eedaleta Civakî re dişînin.”

(şx/bm)

ANHA