ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.02.2019
28 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê û Goristana Şehîd Dijwar şehîdên meha Sibatê têne bi bîranîn, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên gundê Carûdiyê ya herêma Dêrikê di roja sêyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo şîroveekirina geşedanên siyasî, civîneke berfireh li gundê Girê Berê lidar dixe, şêniyên gundê û bajarokên Maşûq û Ebû Firai jî beşdarî civînê dibin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Birakê kongreya xwe ya yekemîn lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin kesayetên welatparêz ên navçeya Ehrisê yê kantona Şehbayê detayên hevdîtina xwe ya yekemîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr tînin û teqez dikin ku bi pêkanîna fikrê Ocalan re dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer û çalakvanê hiqûqî yê Sûriyê Eksem Neîse destnîşan kir ku her çareseriyek ji derve wê ji dûbarekirina dîroka nû ya herêmê lê bi şêwazekî nêjen ne zêdetir be û got: "Rêjîmên Sûriyê û Tirkiyê sûdê  ji dirêjkirina aloziya Sûriyê digirin." (BI WÊNE).

- Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman got, divê dewletên rojavayî welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞ‘ê bûne û li gel QSD‘ê ne werbigirin û wan darizînin û destnîşan kir ku erka tinekirina terorê ji hemû welatan tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku guhertina li Sûriyê xwe dispêre çar lingên sereke û diyar kir ku di demeke nêzîk de dê komxebata sêyemîn a diyalogên navxweyî were lidarxistin. Dîbo her wiha da zanîn ku di komxebatê de dê bal were kişandin ser nexşreya çareserkirina Sûriyê û mekanîzmeya veguhertina ber bi demokratîkbûyînê ve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jin a Minbicê di çarçoveya rêzeçalakiyên bi munasebata 8‘ê Adarê de semînerekê bi navê "Jin û Jiyan" li hola Meclisa Jin organîze dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star bi koordîneya şaredariyan û Meclisa Kantona Qamişlo ji bo pêşwazîkirina 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêngava paqijkirin û xemilandina bajêr destpê dike, 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Wîdad bi rêya pîşeya xwe kultura kurdî parast. Li hember zextên pergalên serdest beriya şoreşê sekinî û niha jî li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker disekine û çanda xwe ji windabûnê diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jin a herêma El-Bisêra ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê 675 doz ji bingeha 700 dozan çareser kirine. Her wiha rolek pêşeng di civaka ku nû ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên herêmên Bakurê Sûriyê amadekariyên mewsima çandiniya sebzeyên dikin. Hilberîn dê di meha Nîsanê de derbasî sûkan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Radyoya Weşûkanî navê xwe ji mîraseya dîrokî ya şaristaniya herêmê digire, yek ji radyoyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ve dixebitine ye. Radyoya Waşûkanî hewl dide bibe henaseya civakê û  dengê şoreşê û nirxên herêmê yên aştiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarokê El-Hews bê navber xebatên xizmetguzariyê û tenduristiyê li gel derfetên heyî yên sînordar bi armanca vejandina bajarokê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA