Neîse: Pêşniyarên dewletên derve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nakin

Parêzer û çalakvanê hiqûqî yê Sûriyê Eksem Neîse destnîşan kir ku her çareseriyek ji derve ji dûbarekirina dîroka nû ya herêmê lê bi şêwazekî nêjen ne zêdetir be û got: "Rêjîmên Sûriyê û Tirkiyê sûdê  ji dirêjkirina aloziya Sûriyê digirin."

Neîse: Pêşniyarên dewletên derve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nakin
28 sibat, 2019   05:19

EHMED MIHEMED /NAVENDA NÛÇEYAN

Hindek maye ku aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 9‘emîn bibe û di asoyan de tu hewldanên ji bi dawîkirina aloziya ku roj roj kûrtir dibe tune ne. Girêdayî asta ku aloziya Sûriyê gihiştiyê, aliyên ku sûdê ji aloziyê digirin û bûne sedemên dirêjkirina wê, her wiha rêbazên vedîtina çareseriyên guncew, ajansa me hevpeyvînek li gel parêzer û hiqûqnasê Sûriyê Eksem Neîse re çêkir.

Destwerdana derve û planên Tirkiyê sedemên astengkirina çareserkirina aloziyê ne

Girêdayî sedema nevedîtina ti çareseriyan ji aloziya Sûriyê re Neîse got: "Ji aliyê jiyosiyasî- dîrokî ve, herêma Rojhilata Navîn di cîhanê de ji herêmên herî kirîtîk e. Li gel dîroka erdnîgariya wê ya stratejîk a ku bakur bi başûr û Ewropa bi Asya ve girê dide, berhemên bin erd û hebûna Israîlê ev hemû dibin sedem ku herêm kirîtîk be. Gelek zanyar û siyasetmedar li ser girîngiya Rojhilata Navîn axivîne. Dibe ku ev pêşgotin girîngiya Sûriyê wek beşek ji herêmê destnîşan bike, lê belê dibe ku beşa herî girîng be. Di dîrokê de tê diyarkirin ku li ser astên herêmî û navdewletî nakokî li ser Sûriyê çêdibin."

Neîse wiha domand: "Nêzîkbûnek herêmî û navdewletî ji bo parvekirina herêman ji Sûriyê destpê dike. Bi texmîna min ev nakokî û nêzîkbûn, sedema sereke ya ku temenê aloziya Sûriyê dirêj dike ye. Tevî wê jî vejandina giyan û timayên Osmanî yên Tirkiyê yên ku di hevpeymana Milî de hatine diyarkirin. Sedema din jî girêdana opozîsyona Sûriyê bi dewletên mezin û herêmî ve û pêkanîna siyasetên wan. Opozîsyona Sûriyê hizir dikir ku bi rêya wan dewletan û navneteweyîkirina aloziya Sûriyê dikarin ji rêjîma Sûriyê xilas bibin. Berovajî wê opozîsyon ket bin rehma ajandeyên derve. Rêjîma Sûriyê ji wan ne çêtir bû dema xwe avêt hemêza Rûsya û Îranê. Wê demê alozî di nav gelê Sûriyê de nema lê belê êdî bû rehna ajande, siyaset û planên derve. Ez texmîn nakim ku bêyî lihevkirinek herêmî navdewletî û diyarkirina her aliyek para xwe ji Sûriyê alozî çareser bibe."

Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê sûd ji dirêjkirina temenê alozyê digirin

Neîse wek mînak bûyerên li Idlibê rû didin destnîşan kir û got: "Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê sûdê ji dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê digirin. Asayî ye ku rêjîma Sûriyê ji dirêjkirina aloziyê sûd bigire, ji ber ku rêjîmê di destpêka salên 60`î de aloziya xwe derxist derve û têkçûna rêveberiya xwe spart ajandeyên derve.  Wê demê rêjîma Sûriyê doza Filistînî bi kar anî û her hestek neteweyî di civaka Sûrî de hilweşand, pergala xwe ya polîsî ya taybet ava kir û rewşa awarte ya domdar ragihand. Bi aloziyê re hincetên nû jî re çêbûn ku kirîzan derxîne da ku bi şêwazên herî modern xwe ji nû ve ava bike. Dagirkirî û teror  û komployên gerdûnî ji bo wê hincetên in ku xwe wekî tekane serok û rizgarker bide nîşandan."

Têkildarî Tirkiyê Neîse got: "Ji aliyekî din ve Tirkiyê stratejiya xwe li hember Sûriyê bi du armancan diyar kirine. Ya yekê tunekirina tevgera Kurdî ye, yanî sivikkirina fikara xwe li hember gelê Kurd, doza Kurd bi taybet Rêveberiya Xweser e. Ya duyemîn jî bi hinceta parastina sînorên xwe ji aliyê başûr ve miqdara herî mezin ji palanên xwe yên mitîngeriyê li Sûriyê pêk bîne, hindê ku ev her du armanc pêk nehatine. Tirkiyê dest ji derxistina aloziyan li Sûriyê bernade, birîna Sûriyê vekirî dihêle da ku aliyên din şantaj bike mîna ku li Idlibê dike û gefa êrîşan li Bakur Rojhilatê Sûriyê dixwe. Erdogan û partiya wî armanc dikin ku Tirkiyê veguherînin dewletek zordest bi îdyolojiyek olî. Ji ber wê gelê Tirkiyê bi aloziyên derve mijûl dikin da ku asta berxwedana civakî li hember vê projeyê sivik bikin."

Kongreyên ku li derve li dar dikevin têk çûne ji ber ku gelê Sûriyê tê de nebaşdar bû

Li ser sedema têkçûna kongreyên ku li derve ji bo aloziya Sûriyê li dar dikevin Neîse ev tişt anîn ziman: "Armanc ji civînên Cinevê yan jî civînên din ne çareserkirina alzoiya Sûriyê ye lê berovajî wê ji bo pêkanîna du tiştan bû. Ya yekê kirina rêjîma Sûriyê û opozîsyona wê bin xizmeta ajandeyên dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin. Ev tişt jî bi rêya civîna Cinevê pêk hat, piraniya opozîsyonê bi ajandiyên herêmî û navdewletî re hatin girêdan û li gorî asta girêdanan wê rawakirin lê hatin belavkirin. Her wiha rêjîma Sûriyê jî bi rêya Soçiyê heman tişt lê pêk hat."

Neîse girêdayî wê mijarê ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: "Tişta din jî ew kongre yan jî civîn şêwazek yan jî rêbazek ji bo parvekirina serweriyê li Sûriyê bû di navbera dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin e. Beriya wan civînan wan dewletan hewl didan ji aliyê leşkerî ve guhertinekê li ser erdê çêbikin. Civîna Astanayê mînaka herî ber bi çav e, ji wê civînên dewletên misgerkerên herêmên bêçek derketin.  Jixwe ew civîn û ji bilî wan jî di çarçoveya ku bi gelê Sûriyê bidin qenetkirin ku ew dewlet ji bo xilasiya wî ne ku ji bo berjewendiyên xwe li dar dixin. Gelek kes ketin vê xefika kirêt."

Çareseriya aloziya Sûriyê li derve nakeve xizmeta gelê Sûriyê

Girêdayî mijara çareseriya aloziya Sûriyê Neîse destnîşan kir ku ti rêveberiyek serbixwe ji gelê Sûriyê re nemaye, ew jî dibe sedema ku nikaribin aloziyê çareser bikin. Ji ber ku çareserî niha di destê dewletên mezin û herêmî de ye ya ku mudexeleya Sûriyê dikin. Mirov nikare vê rastiyê paşguh bike yan jî derbas bike, lê dibe ku di rewşên istisna de çareseriyên din peyda bibin, gelê Sûriyê bi rêya wan bikaribe navenda insiyatîfê ji wan dewletan veguhêzînin destê gelê Sûriyê.

Neîse diyar kir ku her çareseriyek ji derve wê ji dûbarekirina dîroka nû lê bi şêwazekî nûjen zêdetir nebe. Ev çareserî xizmeta berjewendiyên endam, gel û welat nake û hêviyên wan ên nêz û dûr pêk nayne, zêdetirî wê dê berjewendiyên wan dewletên derve pêk bîne. Ji ber wê afirandina rewşek neteweyî Sûrî nû li ser bingehên mirovî û nûjen ku ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê re dibe bersîv di çarçoveya xwe ya demokratîk û giştî de pêwîst dike.

(şx)

ANHA