Lûtkeya Trump û Kim bi atmosfêreke baş destpê dike

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un îro diyar kir ku hevdîtina wî bi Serokê Amerîka Trump re serkeftî bû û gihan encamên baş.

Lûtkeya Trump û Kim bi atmosfêreke baş destpê dike
27 sibat, 2019   14:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un îro got, hevdîtina wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi serkeftî derbas bû û wiha got: "Ez bawer im ku em ê bigihêjin encamên gelekî baş ku gelek kes li benda wê ne".

Trump di hevdîtina xwe bi serokê Koreya Bakur re diyar kir ku lûtkeya yekemîn li Singapurê di Hezîrana 2018`an de gelekî serkeftî bû û hêvî kir ku ev lûtke jî wek ya berê bi serkeftî bi encam bibe.

(jo)