Li El-Mensûra têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn

Li bajarokê El-Mensûrayê yê rojhilatê bajarê Tebqayê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semîner hate dayîn.

Li El-Mensûra têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
Li El-Mensûra têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
Li El-Mensûra têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
27 sibat, 2019   14:50

TEBQA

Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê di çarçoveya rêze çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi hevkariya Mala Jin a bajarokê El-Mesûrayê semînerek li ser danasîna roja 8‘ê Adarê da.

Semîner li dibistana navîn a bajaroka El-Mensûrayê hate dayîn. Nûnerên Rêveberiya Jin a Tebqayê, Mala Jin a El-Mensûra, Mala Jin a gundê Hinêde yê rojavayê El-Mensûra, Meclisa Sivîl a Tebqayê û bi dehan şêniyên bajarokê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Yesrib El-Hesûn balkişand ser girîngiya rola jin a avakirin û parastina civakê û got: "Peyv li hember mezinahiya jinê bê wate dimînin."

Yesrib destnîşan kir ku jinê ruxmî astengî û pirsgirêkan isbat kir ku ew sembola berxwedan û fedekariyê ye.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Mala Jin a El-Mensûra Nesra Ebakê sedema diyarkirina 8`ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê şîrove kir.

Di dawiyê de belgefîlmek kurt girêdayî berxwedana şervanên YPJ`ê ji bo rizgarkirina xak û mirov ji terorê hate pêşandan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rêveberiya Jin a Tebqayê hefteya borî mîna vê semînerê ji jinên Tebqayê re li dar xistibû.

(şx)

ANHA