7 şervanên QSD`ê ku esîr bibûn, hatin rizgarkirin

Îro 7 şervanên QSD`ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn girtin ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û gihîştin bajarê Reqayê.

7 şervanên QSD`ê ku esîr bibûn, hatin rizgarkirin
7 şervanên QSD`ê ku esîr bibûn, hatin rizgarkirin
7 şervanên QSD`ê ku esîr bibûn, hatin rizgarkirin
7 şervanên QSD`ê ku esîr bibûn, hatin rizgarkirin
27 sibat, 2019   14:22

REQA

7 şervanên QSD`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiûbn girtin, îro li Baxozê hatin rizgarkirin û bi kêfxweşiyekê ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Şervanên hatine rizgarkirin ev in: Îbrahîm Ehmed, Mihemd Şêx, Mihemed Abdullah, Malk Abdullah Hisên, Mihemed Ehmed Xelîl, Ehmed Merî û Fetah Ode.

Ji fermandarên QSD`ê Kendal Reqa got şervanên wan di kemînekê de di Şerê Tinekirina Terorê de hatin girtin, bi saya şervanên QSD`ê hatin rizgarkirin û di rojên pêşd dê mizgîniya rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bidin.

Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de li Dêrazorê didome.

(bx)

ANHA