Komîteya Şaredariyan li Qamişlo dest bi xebatên nû dike

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo pirsgirêkên xizmetguzariyê ku rastî şêniyên herêma rojavayê Qamişlo tên, nîqaş kirin û ji bo çareserkirina wan pêşniyar kirin.

Komîteya Şaredariyan li Qamişlo dest bi xebatên nû dike
Komîteya Şaredariyan li Qamişlo dest bi xebatên nû dike
Komîteya Şaredariyan li Qamişlo dest bi xebatên nû dike
Komîteya Şaredariyan li Qamişlo dest bi xebatên nû dike
27 sibat, 2019   13:50

QAMIŞLO

Îro Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo civînek ji meclisa rêveber a şaredariya aliyê rojava re li dar xist, tê de projeyên ku dê sala 2019`an de pêk bînin û xizmeta ku pêşkêşî şêniyan bikin û pirsgirêkên ku rastî wan tên, nirxandin.

Di civînê de hevserokên Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo, hevserokên Meclisa Kantona Qamişlo, rêveberên Navenda Lêkolînên Stratejîk a herêma Cizîrê û rêveberên desteyên şaredariyan amade bûn.

Di civînê de pirsgirêkên ku rastî şêniyên aliyê rojavayê bajêr ji kêmbûna avê, sererastkirina kanalîzasyonê hatin vegotin, her wiha gelek proje hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku hemleya xizmetguzariyê ya sala 2019’an di destpêka meha Nîsanê de dest pê bike.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a  Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif der barê civînê û girîngiya wê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ev civînên ku em li dar dixin, li ser esasê planan û binesaziyê ye, beriya ku em dest bi projeyekê bikin em baş wê dixwînin da ku şaşî mîna berê ji me re dernekevin.”

Yûsif destnîşan kir ku xizmetguzariya ku şênî gazinên wê dikin, kêmbûna avê ye, ew jî şebekeyên avê û xetên kanalîzasyonê sererast dikin, paşê jî rêyên giştî dê qîr (zîft) bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Mesûd Yûsif bang li şêniyan kir ku eger pirsgirêkek derket, divê şênî berê xwe bidin şaredariyan da ku tedbîrên pêwîst pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Şaredariyan li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê jî bi civînên wiha radibe û dê civînên din li navçeyên kantona Qamişlo bi Gerînendetiya Hawîrdor û Avê re li dar bixe.

(jo)

ANHA