2 zarokên din ên êzidî hatin rizgarkirin

Şervanên QSD`ê 2 zarokên êzidî ji Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin da ku wan radestî malbatên wan ên li Şengalê bikin.

2 zarokên din ên êzidî hatin rizgarkirin
27 sibat, 2019   13:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD`ê qonaxa Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de li Baxozê didomînin. Şervanên QSD`ê gelek sivîl, bi dehan jin û zarokên êzidî ku di êrîşên li ser Şengalê de (3`yê Tebaxa 2014`an) ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin.

Herî dawî şervanên QSD`ê 2 zarokên êzidî yên bi navên Gulê Ela û Sûad Reşo Îbrahîm ên ji gundê Rembosê yê Şengalê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Meclisa Mala Êzidiyan bi Meclisa Şengalê re di nava têkiliyan de ne da ku êzidiyên têne rizgarkirin, radestî malbatên wan bikin.

Şervanên QSD`ê heta niha 20 zarokên êzidî ji Baxozê rizgar kirine.

(bx)

ANHA