Rêveberiya Xweser mijara sotemeniyê nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîteya girêdayî mijara sotemeniyê ku beriya çend rojan ava kiribû, komîteyeke biçûk ava kir, da ku pêwîstiya rêveberiyan ji madeya sotemeniyê lêkolîn bike.

Rêveberiya Xweser mijara sotemeniyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser mijara sotemeniyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser mijara sotemeniyê nîqaş kir
Rêveberiya Xweser mijara sotemeniyê nîqaş kir
25 sibat, 2019   17:01

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna hevserokê Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş û cîgirên wî Rohilat Arif, Elîzabeth Gewriyê, Ferhad Şiblî û Riyad El-Hefel, Koordînatorê Şirketa Sadkopê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên komîteya sotemeniyê civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Di destpêka civînê de her rêveberiyekê lîsteya hewcedariya ya mehane bi madeya sotemeniyê pêşkêşî meclisê kir.

Beşdaran ji komîteya sereke ya girêdayî mijara sotemeniyê komîteyek biçûk ava kir da ku pêwîstiyên rêveberiyan ji sotemeniyê lêkolîn bike, her wiha kar û xebatên komîteyên sotemeniyê yên hefet rêveberan koordîne bike û plansaziyeke yekbûyî li ser asta herhêmên rêveberiya xweser deyne.

Meclisa Rêveber, her wiha rêveberiyên sotemeniyê Reqa, Tebqa û Dêrazorê ava kirin. Ev rêveberî girêdayê meclisên rêveber ên her herêmekê ye.

Di dawiya civînê de beşdaran ji bo koordînekirina kar di navbera hemû komîte û rêveberiyên giştî yên sadkopê de li hev kirin.

Meclisa Rêveber 5‘ê vê mehê jî li ser mijara sotemaniyê civîn li dar xistibûn.

Rêveberiya Giştî ya Sadkopê her lîtreyeke mazot bi 53 lîreyên Sûrî difroşe.

ANHA