Macron spasiya QSD‘ê kir û dê desteka xwe ji bo wê bidomîne

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, spasiya QSD‘ê kir ji ber  keda wê ya tinekirina DAIŞ û girtina DAIŞ‘iyên Franasî û teqez kir ku hêzên Fransayê dê li gel Hêzên DYA‘yê destekê ji bo QSD‘ê bidomîne.

Macron spasiya QSD‘ê kir û dê desteka xwe ji bo wê bidomîne
25 sibat, 2019   17:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîneke çapemeniyê li gel Serokê Iraqê Behrem Salih de li ser biryara Amerîkayê ya mayîna 400 leşkerî Amerîka li Sûriyê got: "Belê, biryara Amerîkayê ya hiştina leşkerên xwe li Sûriyê gaveke pêwîst bû. Ez gelekî kêfxweş im bi vê biryara ku me ew bi bîr dixist, divê hêzên Amerîkî û biyanî li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bimînin ku têkoşîna li dijî terorê û rizgarkirina Sûriyeyê dike."

Macron, her wiha got: "Hembûna me ya leşkerî li Sûriya qasî ya wan nîn, lê em jî di Koalîsyona Navdewletî de şirîk in û em ê destekê bibin Hêzên Sûriyeya Demokratîk."

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ji ber keda wê ya li dijî DAIŞ û girtina DAIŞ‘iyên Fransî ku nehişt li Fransayê komkujiyan bikin.