Şehîdên Bagera Cizîrê li Dêrazorê hatin veşartin

Şêniyên bajarokê Bisêra ya gundewarên Dêrazorê cenazeyê 5 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Şehîdên Bagera Cizîrê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Bagera Cizîrê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Bagera Cizîrê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Bagera Cizîrê li Dêrazorê hatin veşartin
25 sibat, 2019   15:42

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajarokê Bisêra, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, Mustefa Mustefa, Hûsam El-Qelab û Îmad El-Hisên, şervanên QSD‘ê Celal El-Hemed ( Hewaş) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirên Esed Ebdulletîf ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn, ji ber çerxerêya Etal wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirên Mûsa El-Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Her em şehîdekî xwe oxir dikin îsrara me ya dewamkirina têkoşînê zêde dibe. Em soz didin şehîdan ku em ê xeta wan bişopînin heta armancên wan pêk bînin."

Rêvebera Şaredariya Gel a Bisêrayê Merewa El-Hisên jî axivî soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Sabirîn El-Mihemed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Hevalên şehîdan, cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA