QSD`ê du jin û du zarok radestî Mala Êzidiyan kir

QSD`ê du jinên Êzidî tevî du zarok radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin da ku bighînin malbatên wan li Şengalê.

QSD`ê du jin û du zarok radestî Mala Êzidiyan kir
25 sibat, 2019   15:13

NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê operasyonên rizgarkirina sivîlan didomînin, di nav de bi dehan jinên Êzidî û zarokên wan ên ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve dema êrîş birin ser Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de hatine revandin.

Di vê çarçoveyê de QSD`ê îro jina bi navê Bervî Xelef Ferho tevî her du zarokên xwe û Cîhan Xelef Qasim ên ku duh hatin rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir.

Rêveberê Buroya Karûbarên Êzidiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûbeyr Şêx Heto got, kesên ku hatine rizgarkirin dê tevahiya pêdiviyên wan werin peydakirin û ji wan re ezmûnên tenduristityê werin kirin.

Şêx Heto destnîşan kir ku Mala Êzidiyan hewl dide tevahiya kesên Êzidî di nav de zarokan ji QSD`ê werbigire da ku bighînin malbatên wan li Şengalê.

(şx)

ANHA