Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê

Bi dirûşmeya `Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror tune dibe` Rêveberiya Jin a Reqayê girêdayî danasîna Roja Cîhanî ya Jinan semînerek ji mamosteyên jin ên bajarê Reqayê re li avahiya Fekulteya Zanyarî ya bajêr orgenîze kir.

Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
25 sibat, 2019   15:04

REQA

Di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina Roja Cîhanî ya Jinan a ku dikeve 8`ê Adarê, Rêveberiya Jin a Reqayê semînerek ji mamsoteyên jin ên bajarê Reqayê re orgenîze kir.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliya El-Kecwan sedema diyarkirina vê rojê anî ziman.

Di berdewama axaftina xwe de Xaliya destnîşan kir ku çirûska 8`ê Adarê berhemê têkoşîneke dem dirêj a jin li dijî zihniyeta mêrdestiyê ye, şoreşa jinê li Sûriyê isbat dike ku wê çirûska têkoşînê ye ya ku nehatiye vemirandine.

Di dawiyê de Xaliya bal kişand ser destanên lehengî û fedekariyên ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dane û got: "Em vê rojê  li jinên Efrînê pîroz dikin. Em şehîdên mîna Avesta Xabûr û Barîn Kobanê yên ku bedena xwe kirin mûm û rêya azadiyê ronî kir ji bîr nakin. Em ê berxwedana Leyla Guven ji bo xwe bikin mînak û heya serkeftinê em ê şopdarên rêyên wan bin."

Piştre senevizyonek girêdayî berxwedan û lehengiya jinan di refên şer de li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê hate pêşandan.

Girêdayî heman mijarê Buroya Jin a Perweredeyê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama buroyê Şehrezad Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

‘‘Roja Cîhanî ya Jinan piştî hindeka nakokiyên ku li DYA`yê rû dane hate diyarkirin, lê taybetmendiya xwe ya siyasî li hindek cihan ji wateya xwe hatiye dûrxistin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de, jin serî hilda û çek li hember DAIŞ`ê rakir. Her wiha bi lehengiyekê ku wijdana cîhanê hejand sekinî. Yekîneyên Parastina Jin vîna jina ku ti astengiyek li pêşiya wê nabin bend isbat kir. Em vê rojê li jinên Sûriyê ya Firatî pîroz dikin û rol û serkeftinên ku li tevahiya astan bi dest xistine silav dikin.

Jinan di dirêjahiya 7 salên aloziya Sûriyê de mohra xwe ya diyar di tevahiya waran de danî. Jinê heq kir ku şoreş bi Şoreşa Jina Sûriyê were naskirin. Lew re divê  bi rêya karê cidî û vînekê em şoreşa xwe biparêzin. Em vê rojê li tevahiya jinên Sûriyê bi taybet Efrînê pîroz dikin û dirûşmeya parastina Efrînê parastina azadiya jinê ye berz dikin. Jin ji bo Efrînê rabin ser pêyan.‘‘

Daxuyanî bi berzkirina diûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(şx)

ANHA