Mihemed Îsmaîl koça dawîn kir

Kesayetekî welatparêz û rûspiyekî herêma Dêrikê Mihemed Îsmaîl li nexweşxaneyeke Şamê ji ber nexweşiyekê çû ser dilovaniya Xwedê.

Mihemed Îsmaîl koça dawîn kir
25 sibat, 2019   10:16

QAMIŞLO

Kesayetekî welatparêz û yek ji rûspiyên herêma Dêrikê Mihemed Îsmaîl ku li nexweşxaneyeke Şamê dihate dermankirin, îro serê sibehê çû ser dilovaniya Xwedê.

Mihemed Îsmaîl sala 1927`an li gundê Til Cemal ê girêdayî Girkê Legê ji dayik bû. Îsmaîl bi kesayeta xwe ya civakî, welatparêz û wek rûspiyekî herêmê dihat naskirin. Her wiha ji kesayetên destpêkê yên ku tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir û mil bi mil heta rojên xwe yên dawîn pê re di nava berxwedanê de bû.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Îsmaîl bavê şehîd Qehreman Mihemed e ku li çiyayên Kurdistanê di salên 90`î de şehîd bûye.

Tê zanîn ku Mihemed Îsmaîl bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyaye û her wiha di nav şêniyên herêmê de bi kesayet û rola xwe ya neteweyî tê naskirin. Îsmaîl bi endamtiya xwe ya Meclisa Dadê ya li herêma Cizîrê û rola xwe ya  çareserkirian dozên civakî dihat naskirin.

Cenazeyê Mihemed Îsmaîl dê sibê li gundê Til Cemal were veşartin.

(ekîb)