Li “herêmên bêçêk” ji ber nakokiyên Rûsya û Tirkiyê topbaran didomin

Li rojhilat û başûrê Idlibê, “herêmên bêçek” bi dijwarî hatin topbarankirin. Di heman demê de, di navbera Rûsya û Tirkiyê de têkildarî Idlib û Kurdan nakokî derketin.

Li “herêmên bêçêk” ji ber nakokiyên Rûsya û Tirkiyê topbaran didomin
25 sibat, 2019   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên bajarokê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê, derdora bajarê Meret Naman û herêma Tewîl Helîb a gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha herêmên bajarokê Xelsa yê gundewarên başûrê Helebê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin topbarankirin. Topbaran li ser herêmên bajarê Xan Şêxûn jî pêk hat. Di encamê de zirarên madî çêbûn, her wiha çend kes jî birîndar bûn. Heta niha hejmara kesên ku di encama topbaranê de hatine kuştin 304 e.

Ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê li komeke terorîstên girêdayî Cebhet El-Nusra ji bajarokê Mork ber bi Til Bizam ê gundewarên bakurê Hemayê ve diçûn, xist. Gelek endamên komê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Her wiha ajansê diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê baregeh û cihê topavêjan ku komên çete li bajarokê Letamne li dijî bajarokên ewle bi kar dianîn, rûxandin.

Piştî diyalogên Rûsya–Tirkiyê li “herêmên bêçek” şer zêde bûye. Di navbera her du aliyan de ji ber Idlib û rola Tirkiyê li Sûriyê nakokî derdikevin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got tu operasyonên leşkerî yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyê çênabin. Her wiha Lavrov got, di mijara kurdên li Sûriyê de nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene.

(bx/bm)