Ciwanên Rojhilata Navîn: Berxwedana Leyla Guven wê bi ser bikeve

Ciwanên ku tev li 2’yemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bûn, diyar kir ku berxwedana Leyla Guven wê bi ser bikeve, bibe sembola azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji hemû jinên cîhanê re bibe mînak.

Ciwanên Rojhilata Navîn: Berxwedana Leyla Guven wê bi ser bikeve
25 sibat, 2019   10:06

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

2’yemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di 20, 21 û 22’yê Sibatê de bi şîara ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’, li bajarê Kobanê yê herêma Firatê yê Bakurê Sûriyê pêk hat. Konferansê li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Filistîn, Lîbya, Ermenistan, Misr û Tirkiyê zêdetirî 300 delege tev li konferansê bûn. Ji Tûnis, Yemen, Afrîka Sûdana Bakur jî delege bi rêya Skypeyê tev li konferansê bûn.  

Di konferansê de berxwedana hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven  ku ev 110 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, hat silavkirin. Leyla Guven jî ji konferansê re nameyek şandibû.

Delegeyên konferansê berxwedana Leyla Guven silav kir

Endama Partiya Komunîst a Îranê Dinyar Rehîmî diyar kir ku Leyla Guven di dilê hemû ciwanan de hêz û îrade ava kir û wiha got: “Berxwedana Leyla Guven ji jinan re gaveke pir girîng e. Pêwîst e cîhan ji bo kesên di girtîgehên Tirkiyê de li ber xwe didin, dereng nemîne. Divê piştgiriya Leyla Guven û gelê Kurd bikin. Ji ber ku gelê Kurd gelekî fedakar e û ji bo azadiya serokê xwe li ber xwe dide.”

‘Azadiya Serok Apo mîsoger e’

Ciwanê ji pêkhateya Çerkez Zawir Diyai El-Dîn got berxwedana Leyla Guven wê bi ser bikeve û wiha pê de çû: “Berxwedana Leyla Guven bûye sembola azadiyê jinan. Hêz û îradeyê dide ciwanan ku li dijî koletî û zordestiyê bisekinin. Ez bawer im ku dê berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê bi ser bikeve û azadiya rêber Apo mîsoger e.”

Diyai El-Dîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemu jinên cîhanê kir ku piştgiriya berxwedana Leyla Guven bikin, li hember hemû kesên koledar û zordar bisekinin.

(bm)

ANHA