Li Reqayê kanalên avê tên restorekirin

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a El-Xerbî ya bajarokê El-Himêrat bi koordîneya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên restorekirina kanalên avdanê didomîne. Dê ev kanal 20 hezar donim zeviyan av bide.

Li Reqayê kanalên avê tên restorekirin
Li Reqayê kanalên avê tên restorekirin
Li Reqayê kanalên avê tên restorekirin
24 sibat, 2019   11:39

REQA

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kir, hemû alavên cihên giştî û cihên xizmetguzariyê rûxandin. Cihên avê û avdanê jî para xwe ji rûxandina çeteyan girt. Ji aliyekî din ve çeteyan bi sedan mayin di nava zeviyên gel de çandin. Bi rizgarkirina bajêr re meclis û saziyên xizmetguzariyê yên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo restorekirina binesaziya bajêr dixebitin.

Di vî warî de Komîteya Çandiniyê ya El-Himêrat dest bi sererastkirina kanalên avdanê yên sereke û şaxî kirin. Komîte hewl dide xebatên xwe li ser du qonaxan bi rê ve bibe. Di qonaxa yekemîn de wê rêyên nêzî kanalan paqij bike û piştre di qonaxa duyemîn de dê ax û gemarê ji kanalan rake.

Dirêjahiya kanala ku dê were restorekirin 10 km ye. Ji El-Raêd dest pê dike heya zeviyên El-Himêrat û derdora 20 hezar donim erd av dide.

Serokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a El-Himêrat El-Xerbî Abdullah El-Hemadê destnîşan kir ku kanal ji ber dagirkeriyê telef bûbû û wiha got: “Em niha xebatên sererastkirinê dimeşînin da ku di mewsima niha de anku di mehekê de amade bikin.”

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê û gundewarên wê ve Meclisa Sivîl a Reqayê û meclisên herêmî yên gund û bajarokan bê navber dixebitin. Bi van xebatan hewl didin xizmeta gel bikin û binesaziya herêmê sererast bikin.

(şx/bm)

ANHA