Ji hundirê Efrînê daxwaza derketina dagirkeran

Binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê wekî girtin û kuştina bizanebûn û dizîna mal û milkên şêniyan didomin. Şêniyên ku hîna di Efrînê de mane, hêrsa wan zêde bûye û daxwaza derketina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.

Ji hundirê Efrînê daxwaza derketina dagirkeran
24 sibat, 2019   11:30

EFRÎN

Çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gundên Bêlê û Qizilbaşa yên girêdayî navçeya Şera de girt û  hemû malên sivîlan kontrol kirin. Her wiha çeteyan şêniyê bi navê Ismet Îbrahîm Xelîl ê ji gundê Bêlê revand.

Ji aliyekî din ve jî, heta niha çarenûsa şêniyê bi navê Mihemed Mela yê ji gundê Coqê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê ku beriya niha bi 6 mehan piştî dest danîn ser hemû tenekeyên zeyta zeytûnan, hatiye revandin û ciwanê bi navê Mihemed Sadêq Yûsiv ê ji gundê Goran ku beriya niha bi 2 mehan hatiye revandin, ne diyar e.

Di heman demê de, çeteyan şêniyê bi navê Rodîn Mihemed Qso yê ji gundê Qestela Kîşik a navçeya Şera, ji pêş dikana wî ya "Şîremeniya Rodîn" a li çerxerêya Maratê ya naverasta bajarê Efrînê revand.

Şermezarkirina qetilkirina sivîlan û banga derketina dagirkeran!

Kuştina li Efrînê bi awayekî bizanebûn ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve, di van demên dawîn de didome û ev jî hêrsa şêniyan û bi taybet hêrs û kîna jinan bilind dike.

Çeteyekî dagirkeriya Tirk dema ku kalemêrê bi navê Elî Qelender (85) pezê xwe li navçeya Mabata diçêrand, gule avêtê û di encamê de hate kuştin. Dema şêniyan cenaze radikir, jinan kiryarên çeteyan ên wekî kuştinê şermezar kirin û xwest dagirker ji herêmê derkevin.

Dizîn û birîna daran

Çeteyan 7 teneke zeyta zeytûnan a ku şêniyekî ji çeteyan veşartibû, li gundê Goliya Jêrîn dizî. Di heman demê de, çeteyan darên behîvê yên hemû malên gund birin.

Her wiha feyleqa bi navê El-Mecid a girêdayî dagirkeriya Tirk û welatiyên ku li gundê Elemdara yê navçeya Racoyê bi cih bûne, bi dehan darên ku li geliyê Cirqa yê navçeya Raco  birîn. Her wiha darên berhemdar û darên berûyê yên di nava araziyan û cihên olî yên li navçeyê de jî birîn.

Li gundê Qitmê yê navçeya Şera jî welatiyên ku li Efrînê bi cih bûne 60 darên zeytûnê yên Sadêq Husên Elo birîn. Li gundê Baflûnê jî dagirkeriya Tirk karê birîna daran radestî kesekî ji herêma Ezazê ye kirin da ku daran bibire û li derveyî Efrînê bifiroşe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, zêdetirî 3 hezar sivîl revandin û çarenûsa bi dehan ji wan, ne diyar e.

(fr)

ANHA