Artêşa Îsraîlê 14 filistînî binçav kirin

Artêşa Îsraîlê di hemleya ku li El-Difa û El-Xerbiyê dabû destpêkirin de, vê sibehê 14 filîstînî binçav kirin. Her wiha artêşa Îsraîlê ji bo testa amadekariya leşkerî, şerek ji nişka ve ragihand.

Artêşa Îsraîlê 14 filistînî binçav kirin
24 sibat, 2019   11:46

XEZA

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro sibehê li bajarên El-Difa û El-Xerbiyê 14 welatî binçav kirin û gelek mal û milkên wan xirab kirin. Televîzyona Seba ya Îsraîlê got sedema binçavkirinê beşdarbûna çalakiyên li dijî artêşa Îsraîlê ye.

Li aliyekî din jî berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê vê sibehê hin haziriyên leşkerî kirin. Ev hezariyên şer ji nişka ve di demekê de ku gumana şerekî li dijî Xezayê rû da, pêk hat. Ew jî bi sedema nelihevkirina agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de bû.

Her wiha  çalakiyên “Tirsandina Şevê” û berdana napoxên (balon) şewatê bi armanca zextê li Îsraîlê bê kirin da ku ambargoya li ser El-Difa rakin ku ev 13 sal e li ser hatiye ferzkirin.

(fr/bm)