Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin

Jinên li kampa Holê di demekê de ku rêxistinên mirovî ew paşguh kirine, ji bo debara xwe ya rojane beste vekirine.

Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
Jinên li kampa Holê li ser besteyan debara xwe dikin
23 sibat, 2019   09:21

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Li kampa Holê ku dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, 40 hezar koçber û penaber hene. Hîna jî rojane bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ‘ê tên rizgarkirin û li kampa Holê tên bicihkirin. Jinên kampê li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û nebûna alîkariyê bi xwe debara xwe dikin.

Penabera ji Iraqê ya bi navê Henan Mihemed ev du sal e li kampê dimîne. Hevserê wê di encama nexweşiya gurçikan de jiyana xwe ji dest daye. Henan ji ber zilma çeteyan ji bajarê xwe derket û li kampa Holê bi cih bû. Henan wiha dibêje: “Em ji ber kiryarên çeteyan reviyan, niha li vir jî em zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku rêxistinên mirovî rewşa me li ber çav nagirin û ji me re alîkariyê nakin."

Henan diyar diyar kir ku ji ber zehmetiyên rewşa jiyanî neçar ma ku besteyeke (dezgeh) biçûk li erdê veke û cilan bi buhayê erzan bifiroşe da ku debara xwe û ya 8 zarokên xwe bike. Henan got keça wê ya mezin 18 salî ye û zarokên din hemû jê biçûktir in.

Henan her wiha rêxistinên mirovî ku rewşa wan paşguh kirine, şermezar kir.

Jina bi navê Rena El-Mihemed jî ji Iraqê ye, hevserê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hate kuştin. Dema ku li Iraqê şerê li dijî DAIŞ’ê dest pê kir, çeteyan ew veguhest gundê Baxozê yê Dêrazorê. Rena bi destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê re xwe ji çeteyan xilas kir û li kampa Holê bi cih bû.

Rena dibêje ew ji ber nêzîkatiyan rêxistinên mirovî ya ji bo rewşa penaber û koçberên kampê matmayî maye. Rena wiha got: “Ez bi derfetên di destê xwe de debara zarokên xwe dikim. Min besteyeke biçûk vekiriye, rojane bi pitikê xwe re li ber besteyê disekinim û tiştan difiroşim. Ji bilî her du zarokên min tu kesî min tune ye.”

Li kêleka Rena û Henan, dayika Sebah El-Casim jî besteyek vekiriye. Ev 3 sal e Sebah ji ber zilma çeteyan ji bajarê Til Eferê yê Iraqê li kampa Holê bi cih bûye.

8 zarokên dayika Sebah hene û her yek li welatekî ye. Sebah û hevserê xwe bi hev re li ser besteyê disekinin û pêwîstiyên jinan bi erzanî difiroşin. Sebah wiha dibêje: "Ji roja em hatine heya niha hevserê min bê kar e. Min xwest karekî peyda bikin, em ji saetên sibehê heta êvarê li ser besteyê ne da ku pêwîstiyên malê bi cih bînin."

Dayika Sebah rêxistinên mirovî şermezar kir û wiha got: "Êdî em xwe naspêrên tu kesî, li kampê aramî heye, lê rêxistinên mirovî çavê xwe li rewşa me girtine."

 (bm)

ANHA