1. Kongreya PYD‘ê ya Silûkê hate lidarxistin

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û meclisa nû ava kir.

1. Kongreya PYD‘ê ya Silûkê hate lidarxistin
22 sibat, 2019   15:21

GIRÊ SPÎ

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî vê sibehê kongreya xwe ya yekemîn destpê kiribû. Bi dehan endamên partiyên, endamên saziyên sivîl beşdarî kongre bûn. Kongre li hola Înaş Rîfî ya bajarê Girê Spî hat lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen ve hate kirin. Hesen geşedanên siyasî nirxand û ev tişt got: "Îdiayên ku dibêjin Partiya Yekîtiya Demokratîk partiyeke Kurdî serbixwe ye ji rastiyê dûr e. Berevajî vê yekê ye partiya me dixwaze nêrînên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek."

Hesen li ser fikirê PYD‘ê got, Partiya Yekîtiya Demokratîk xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Ocalan a neteweya demokratîk.

Şahoz Hesen bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de û got, Tirkiyê naxwaze gelê Sûriyê di nava aramî û aştiyê de bijîn, armanca wê tenê xeyalên xwe yên serkeftinên Osmanî zindî bike, destwerdana Tirkiyê aloziya Sûriyê kurtir dike, Tirkiyê naxwaze çareserî pêk were, ji ber ku dixwaze herêmê dagair bike.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen destnîşan kir ku ew avakirina herêma ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin û wiha anî ziman: "Tirkiyê qala avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyeyê di bin çavdêriyê xwe de dike, ev yek derbasbûna Tirkiyê di xaka Sûriyê de zêde dike, lê gelê Sûriyê vê yekê qebûl nake."

Di kongrê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Silûkê endamê meclisê Mihemed El-Îsa û bi navê Kongreya Str Emel El-Ugla axivîn û lidarxistina kongrê pîroz kirin û hêviya serkeftinê xwestin.

Paşê jî rapora salane ya xebatên kongrê li navçeyê û plansaziya demên pêş hate xwendin.

Di dawiya kongrê de ji bo hilbijartina meclisa nû dengdan pêk hat di encamê de  "Eyşe Remedan, Sebah Casim, Diyala Ocan, Buşra Xelef, Şihama El-Mehmûd, Fatima Gêlo, Felah El-Hesen, Fehed Şewax, Silêman Hisên, Emar Şewax, Gêlo Bozan û Fadî El-Berhomî" wekî endamên meclisa PYD‘ê ya navçeya Silûkê hatin hilbijartin.

ANHA