Sersaxî ji malbata şehîd Jiyan û Fayîz re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa sersaxî ji malbatên şehîd Fayîz Ebas û Hediyê Xidir re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Jiyan û Fayîz re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Jiyan û Fayîz re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Jiyan û Fayîz re hate xwestin
22 sibat, 2019   14:11

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa kom bûn û berê xwe dan konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Xweparastinê  ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûye û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hediye Xidir (Jiyan) ji ber nexweşiyê şehîd bû re.

Kon li navçeya Til Koçer hate vedan û bi wêneyên her du şehîdan hate xemlandin.

Di merasîmên sersaxiyê de, endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mizgîn Şakir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Mizgîn diyar kir ku tekoşîna ku şêniyên herêmê dimeşînin ji bo parastin, ewlehî û istîqrara herêmê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê me rêya şehîdan bişopînin û armancên wan pêk bînin.”

Apê şehîd Jiyan Ekrem Xelef axivî û wiha got: "Rêya şehîdan rêya azadî û rûmetê ye û di bîranîna wan de em soza xwe nû dikin".

Piştî axaftin bi dawî bûn, bawernameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatan hat kirin.

ANHA