Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê

Şaredariya Gel a Silûkê di sala derbasbûyî de gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn û projeyên nû ji bo demên pêş danîne.

Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê
Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê
Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê
Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê
Xebatên Şaredariya Gel a Silûkê
22 sibat, 2019   10:47

MIHEMED EL-EHMED - IBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn.

Şaredariyê xebatên qîrkirina rêyên di nava bajêr de û gundên girêdayî wî meşandin. Jê rêya navçeya Silûkê-Reqayê bi dirêjahiya hezar û 300 metreyan, rêya Silûk-El-Qenterî bi dirêjahiya hezar û 270 metreyan û rêyên navçeyê hatin qîrkirin. Dirêjahiya rêyên ku bi lêçûna 42 milyon lîreyên Sûriyê hatine qîrkirin, derdora 6 km bû.

Tevî wê jî şaredariyê rêyên din jî, dirêjiya 22 hezar metre bi kevirên şikandî bi lêçûna 25 milyon lîreyên Sûriyê sererast kirin.

Şaredariyê projeya sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi lêçûna 30 milyon lîreyên Sûriyê daye destpêkirin. Di projeyê de heta niha hezar û 500 metre hatiye çêkirin û xebatên şaredariyê ji bo temamkirina projeyê berdewam in.

Şaredariyê ji bo xweşikkirina navçeyê peyarêyên bajêr bi dirêjahiya 13 hezar metreyan boyax kirin. Çerxerêya li navenda bajêr ronî kir, dar û gul lê çandin û 166 nuqteyên ronîkirinê danîn nav bajêr.

Şaredariya gel a navçeyê ji bo sererastkirina toreyên ava vexwarinê yên ku ziyan dîtine, xebat meşandiye. Tevî wê jî ji bo peydakirina ava vexwarinê ji şêniyan re şaredariyê 4 jeneratorên ku xetasên bîran dixebitînin, anîn.

Girêdayî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Silûkê Fatme Himêdî destnîşan kir ku şaredariyê gelek projeyan ji bo xizmeta şêniyên navçeyê ji sererastkirina rêyan û heya sererastkirina toreyên avê pêk anîne.

Têkildarî projeyên demên pêş, Fatme Himêdî got şaredarî hewl dide bi rêya projeyên pêşerojê rêyên gundan qîr bike, parkan sererast bike û daran biçîne. Fatme diyar kir ku tevî wê jî toreyên ava vexwarinê yên nû ava bike da ku av bigihîje rêjeya herî mezin ji şêniyan.

Fatme bi bîr xist ku ji ber kêm alavan şaredarî astengiyan dikişîne û bang li aliyên têkildar kir ku alavên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Ji bo projeyên sala par 97 milyon lîre hate xerckirin

Çavdêrê fenî yê Şaredariya Gel a Silûkê Xelef Ebdulrehman diyar kir ku lêçûna projeyên ku şaredariyê di sala borî de pêk anîne, derdora 97 milyon lîreyên Sûriyê ye û wiha got: “Ji bo projeyên pêşerojê şaredariyê budçeya wan projeyan derdora 2 milyon û 210 hezar lîreyên Sûriyê daniye. Ji ber erdnîgariya Silûkê ya fireh ew nikarin tevahiya projeyan di mewsimekê de pêk bînin, lewre kar li ser gelek mewsiman tê kirin.”

(şx)

ANHA