Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê 25 dagirker hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqîna ku îro li Efrînê li dijî dagirkeran pêk hatibû girt ser xwe û teqez kir ku 25 çete û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn.

Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê 25 dagirker hatin kuştin
21 sibat, 2019   18:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û diyar kir ku hêzên wan erebeyeke bombebarkirî di nava artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de teqand, dema merasîma leşkerî li dar dixistin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê didomîne.

Laşên jin û zarokan ku ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk a terorîst parçe bûn, nayê jibîrkirin. Çalakiyên me li dijî vê yekê ne û wekî bersîva  ji çete û kesên ku hatin li ser xaka me û qirêj kirin e. Di demeke nêzîk de wê şêniyên resen vegerin ser axa xwe.

Hêzên me di 12‘ê Sibata 2019‘an li navenda bajarê Efrînê, li kolana Vêlat a li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim erebeyeke bombebarkirî di nava çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de teqand. Di encamê de 25 hatin kuştin û derdora 36 jî birîndar bûn, di nav de 4 ên îstîxbarata Tirkiyê hebûn.

Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiyên me yên tolhildanê li dijî çeteên ku Efrînê û herêmên din dagirkirine berdewam in heta EFrînê û tevahî Bakurê Sûriyê ji terora Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe."

ANHA