Li Cerablusê teqîn: 3 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

Li bajarokê Xendûrayê yê gundewarê rojavayê Cerablusê ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqînek pêk hat. Di teqînê 3 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin.

Li Cerablusê teqîn: 3 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin
21 sibat, 2019   18:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku teqînê vê êvarê bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê û 3 çeteyên Cehba El-Şamiyê ya girêdayê dagirkeriya Tirkiyê ve hatin kuştin.

Malperên ser bi çeteyan ve navên kuştiyên xwe eşkere kirin û gotin, teqîn di dema ku erebeyeke bombebarkirî dihat bêbandorkirin, pêk hat.

Li gorî malperên çeteyan navê kuştiyan "Elawî Şêx Nayîf, Mihemed Şêx Nayif û Emîr Ziyad Dîbo" kuştî ji bajarokê Til Rifetê ne.

Erebeyên ambulansê çûn cihê bûyerê ku kuştî û birîndar rakin.

ANHA