Armanca Tirkiyê dagirkirina gelek herêman e

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs got armanca Tirkiyê ew e ku ji herêman Helebê heya bigihîje Mûsilê dagir bike û wiha got: “Tirkiye ne tenê dijminahiya partiyekê dike lê belê dijminahiya her Kurdekî dike û hebûna wan red dike. Ji ber wê berxwedan projeyeke li dijî dagirkeriya Tirk e.”

Armanca Tirkiyê dagirkirina gelek herêman e
21 sibat, 2019   10:13

EHMED REŞÎD / HELEB

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs rol û timatiyên Tirkiyê yên li herêmê ji ajansa me re nirxandin.

Remzî Şêxmûs di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku eger mirov bixwaze rola Tirkiyê li herêmê nas bike, divê vegere destpêka aloziya Sûriyê û wiha got: “Tirkiye yek ji aliyan bû ku di destpêka aloziya Sûriyê de li herêmê tevliheviyan derxe. Hewl da bi rêya gelek komên wekî Cebhet El-Nusra bigire heya Birayên Misilman (Îxwan) û Artêşa Azad herêmê dagir bike û timayên xwe yên dagirkeriyê li gorî hevpeymana Mîsak-î Mîllî vejîne. Tirkiyê dixwest bi rêya çeteyên xwe Heleb û Mûsilê tev li nava xaka xwe bike. Ev tişt di van demên dawiyê de piştî dagirkirina Efrînê xuya bû.”

Remzî Şêxmûs gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve me helwesta xwe ji wê tevliheviyê diyar kir û me xeta sêyemîn hilbijart. Ji xebatên destpêkê yên wê demê parastina gel bû. Ji ber wê me projeyek diyar bêyî ku em cudahiyekê bixin navbera pêkhateyên Sûriyê, li gorî neteweyê yan jî bawerî yan ji reng, fikr û olê,  ji cîhanê re nîşan da û me banga jiyana hevpar kir."

Şêxmûs destnîşan kir ku projeya kevn a herêmê bi navê dewleta neteweyî nakeve bin xizmeta gel, nakokiyan çareser nake û wiha domand: "Me li Iraqê nimûneya wê dewletê dît. Iraq ji hêla partiyekê ve dihat birêvebirin. Mîna wê jî niha Tirkiyê ya ku ji hêla AKP`ê tê birêvebirin. Tirkiyê li ser pergala ku Kemal Ataturk di 1923`yan de di yek ziman, al û çand de daniye Tirkiyê bi rê ve dibe. Her wiha Sûriyê jî yek partiyê nikarî çareseriyên giştî pêşkêş bike. Heta li Rojhilata Navîn di çareserkirina pirsgirêkan de li ser astên gelêrî û hikumetê bi bin ket."

Efrîn nimûneya rastîn a biratiya gelan bû

Remzî Şêxmûs destnîşan kir ku pêşeroj dê di berjewendiya biratiya gelan de be û wiha got: “Efrîn nimûneya rastîn a wê projeyê bû, mîna rewşa niha li herêmên Cizîr û Firatê. Herêmên ku Rêveberiyên Xweser lê hatine avakirina mîna Tebqa, Minbicê û Meclisa Sivîl a Reqayê ku di bin sîwana wê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûr, Ermen û olên îslam, xiristiyan û êzidî dijîn.”

Şêxmûs wiha berdewam kir: "Gelo dê kî li ber vê projeyê bisekine û wê têk bibe? Helbet pasevanên desthilatdariyê yên ku di hişê wan de dîktatorî hatiye çandin dê dijberî projeyê bikin û rola gelan betal bikin. Hikumeta Tirkiyê li dijî vê projeyê disekine da ku mîrateya Osmanî vejîne. Em hemû dizanin ku Osmaniyan herêm li ser dirêjahiya 4 serdeman dagir kir û sloganên ola îslamê bi armanca qayîmkirina hikuma xwe bi kar anîn. Tirkiyê hewl da herêmê dagir bike û gelên wê bike Tirk.”

Şêxmûs destnîşan kir ku Împaratoriya Osmanî li ser gelên herêmê ji Kurd, Ermen, Çerkez û Yewnan siyasetên qirkirinê û komkujiyê meşandine û wiha axivî: “Tirkiyeya nûjen jî wê siyasetê berdewam dike. Mixabin hindek birayên Ereb ji projeya Tirkiyê negihîştin. Em îro wan dibînin, nasnameya xwe ya Sûrî înkar dikin û di bin ala Tirkiyê de dixebitin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs pêwîstiya zelalkirina hindek têgehan destnîşan kir û wiha pê de çû: “Tirkiye bi rêya propagandeya ku projeya demokratîk dike armanc, hewl dide wê projeyê têk bibe. Çareseriya ku me ji aloziya Sûriyê re daniye nehatiye guhertin. Cinêv û Soçî li dar ketin me got çareserî di diyaloga Sûrî-Sûrî de ye. Me tu çareseriyên lezgîn, teng û kin nexwestin. Berovajî wê me xwest li hember komên tarîtiyê yên ku herêmê ji şaristaniyê ber bi tariyê û hovîtiyê ve dibin were sekinandin. Em pasevanên aştî, demokrasî û biratiyê ne."

Gelo plana Tirkiyê niha çi ye?

Girêdayî rewşa Idlibê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs got: "Tirkiye bi dagirkirina Efrînê sînordar nemîne. Timatiyên wê yên dagikeriyê digihîje Heleb, beşên ji Reqa, Dêrazorê, Hema, Hims heya bigihîje Mûsilê. Divê li hember projeya Tirkiyê ya ku armanc dike fikra tarî û fitneyan di navbera sunnî û şîe de bi cih bike, were sekinandin."

Em jî dixwazin herêmeke ewle ava bibe lê ne bi çavdêriya Tirkiyê

Remzî Şêxmûs destnîşan kir ku Tirkiyê li ser dirêjahiya 3 salên borî de hewl da projeya “herêmeke ewle” li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta vegerandina koçberên Sûriyê bi dewletên Ewropayê bide qebûlkirin û wiha domand: "Rewşa heyî îdiayên Tirkiyê derew derdixe. Kobanê hîna di bîra me de ye. Gelo herêmek ji kê re ewle? Em jî dixwazin herêmeke ewle li herêmên me werin avakirin, lê divê rola Tirkiyê tê de tune be da ku terorê derbasî herêmê neke. Xeterî ne tenê li ser gelê Kurd e lê belê li tevahiya gelê Sûriyê ye. Tu pirsgirêk tune ye ku rêxistinên navdewletî çavdêriya mekanîzmaya pêkanînê bikin û zanibin aliyê ku êrîşan dike kî ye.”

Di dawiya hevpeyvînê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs bang li tevahiya Kurdan kir ku Tirkiye ne tenê dijminahiya partiyekê dike û wiha got: “Tirkiye dijminahiya hemû Kurdan dike û hebûna wan red dike. Lewre gel li ber 2 vebijêrkan e; yan dê li hember projeya dijmin a Tirk li ber xwe bidin an dê tev lê bibin.”

(şx)

ANHA