Li Bangladeşê agir bi avahiyek dîrokî ket, 81 kes mirin

Li paytexta Bangladeşê Dakkayê li herêma Chawkbazar di avahiyek dîrokî de agir derket. Agir di demek kurt de belavî avahiyên derdor bû û hêjmara kesên ji ber agir jiyana xwe ji dest dane gihişt 81 kesî.

21 sibat, 2019   10:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Bangladeşê Dakkayê li herêma Chawkbazar di avahiyek dîrokî de agir derket. Agir di demek kurt de belavî avahiyên derdor bû û hêjmara kesên ji ber agir jiyana xwe ji dest dane gihişt 81 kesî.

Hat zanîn ku 41 kes jî di nexweşxaneyan de tên tedawî kirin. Dixtoran diyar kir ku rewşa gelek birîndaran giran e.

Xebatkarê Agirkujê Mahfuz Riven diyar kir ku sedemê agir di avahiyek 5 qat de di encama teqîna tupê gazê de derketiye û di qata jêr zemîn de bi lez belav bûye.