Li Dirbêsiyê li ser komplo û jiyana Ocalan semînerek hat dayîn

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî semînerek da.

Li Dirbêsiyê li ser komplo û jiyana Ocalan semînerek hat dayîn
Li Dirbêsiyê li ser komplo û jiyana Ocalan semînerek hat dayîn
Li Dirbêsiyê li ser komplo û jiyana Ocalan semînerek hat dayîn
Li Dirbêsiyê li ser komplo û jiyana Ocalan semînerek hat dayîn
21 sibat, 2019   10:27

HESEKÊ

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan û Komploya Navdewletî ku li dijî wî hate kirin, semînerek li dar xist. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate dayîn. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rûken Hemo li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Rûken diyar kir ku hemû dewletên cîhanê li hev kom bûn da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl bigirin.

Rûken teqez kir ku komplo li dijî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li tevahî cîhanê belav bûye, hat organîzekirin û wiha got: “Îro hemû gelên cîhanê, fikrên Ocalan bandor lê kiriye. Ji ber rêber Ocalan rêberekî navneteweyî ye, parastina hemû gelên bindest dike. Ew niha dîl hatiye girtin lê fikrên wî li tevahî cîhanê belav bûne û hemû gelên bindest pê bandor bûne.”

Rûken diyar kir ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ji bo parastina doza Kurdan û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû plan û komployên dijminan têk birin.

Rûken di dawiya semînerê de got çirûska ku Kemal Pîr û Mazlûm Dogan di girtîgehên faşîzmê yên Tirkiyê de pê xist, berxwedaneke dîrokî bû û niha jî bi berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê didome.

Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî hat pêşandan. Semîner bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA