Li Xezayê 7 Filistînî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê êrîşî çalakiya Filistîniyan kir ku rojne her şev li ser sînorê Xezayê tê lidarxistin, kirin. 7 Fililstînî birîndar bûn.

Li Xezayê 7 Filistînî birîndar bûn
20 sibat, 2019   20:41

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 7 Filistînî ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê birîndar bûn, li gorî bijîşkan rewşa wan navîn e.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Îsraîlê gule û bombeyên gazê li çalakgeran reşandin, di encamê de yek di bin bandora gazê de man.

Di çalakiyê şevê de, Filistînî dûlabên plasîkî dişewitînin û dirûşmeyên rakirina dorpêça li ser Xezayê ku ev 13 sal in dewam dike, davêjin.

ANHA