Rewşa Ûgûr Şakar hê jî giran e

Ûgûr Şakar ê li bajarê Krîefeldê ya Elmanyayê vê sibê li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand  rewşa wî hê jî giran e

Rewşa Ûgûr Şakar hê jî giran e
20 sibat, 2019   20:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyar kirin ku 64 ji sedî laşê Şakar şewitiye, çîgera spî zirarek cidî dîtiye û îşev gelek kiritîk e.

Piştî bihîstana çalakiya Ûgûr Şakar û rakirina nexwşexaneyê bi sedan kes herikîn Ûnfalklînîk a Dûîsbûrgê.

Kurdistanî heta derengiya şevê ji bo agahiyek ji rewşa tenduristiya Ûgûr Şakar bigrin li peşiya nexweşxaneyê rawestiyane.

Piştî hevdîtina bi bijîşkan re agahî ji bo girseya gel hate dayîn û bang hate kirin ku sibê seat 10:00’an li pêşiya nexweşxaneyê kom bibin