ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.02.2019
21 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî civînekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi boneya Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê daxuyaniyekê li ber avahiya Saziya Ziman dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan şehîdên meha Sibatê bi bîr tînin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zimanê Kurdî ji 2012`an ve û heta roja me ya îro gavên mezin avêtine. Êdî Kurdî di zanîngehan, dibistanan û paymengehan de tê xwendin. Ji ber ku civak û gel bi hewcedariya axaftina bi zimanê xwe bûye ku ji sedan salan ve hatibû tepeserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto diyar kir ku bi saya fedekariya şervanên QSD‘ê ji Kobanê heta Dêrazorê DAIŞ‘ê nefesa dawî destine û hêvî kir ku di demekê nêzî de kesên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine girtine, werin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Qesra dîrokî ya Mamşor a li herêma Dêrikê ku wekî bargehên artêşa Osmanî bû, şahidiya sûcên Osmanî li niştecihên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di dirêjahiya 3 salên şer û berxwedanê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê rojek derbas nekirin beyî ku bûyerên wan rojan bînin bîra xwe. Şêniyên li taxê mane ruxmî ku mirin ji tevahiya aliyan ve wan dorpêç dikir, wan kêliyan bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şênî û malbatên şehîdên Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê gel û cîhanê û pêkhateyên Sûriyê bi serkeftinên ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest dixe pîroz kirin û gotin hêvî û sozên zarên wan pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dadûi diyar kir ku Rûsya hewldanên xwe yên berfirehbûna hêza xwe li Sûriyê bi rêya kêmkirina rola Tirkiyê didomîne û got: "Şerê li Idlibê rastî nerazîbûna şêniyên wê tê. Dibe ku di demeke nêzîk de bûyereke mezin rû bibe û dewleta Tirk bixe kirîzeke mezin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (konferans) Remzî Şêxmûs got Tirkiyê hewl dide gelek herêman ji Heleb heya bigihêje Musilê li Iraqê dagir bike. Şêxmûs bang li hemûyan kir ku Tirkiyê ne tenê dijminahiya partiyekî dike lê belê dijminahiya her Kurdekî dike û hebûna wan red dike. Ji ber wê berxwedan projeyek li dijî dagirkeriya Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salih Muslim destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê, divê êdî hebûna Kurdan di qada navneteweyî de bê qebûlkirin û wiha got: “Di encamê neqebûlkirina statuya pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, heya niha statuya girtiyên DAIŞ’ê ne zelal e. Ji bo çete tevgera xwe xurt nekin pêwîstiya naskirina statuya Kurdan û çareseriyê heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin,di roja duyemîn de didome, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên amadekariyên stad û kulbên sporê ku zirar dîtine, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Saziya Sadkopê ya herêma Keramayê bi derfetên kêm berhemên petrolê ji mazot û gazên ji şêniyan re peyda dike. Saziyê heta niha mazot li 24 hezar û 232 belav kirine û 120 hezar û 453 lîter mazot li cotkdaran belav kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin taxên bajarê Helebê di du salên dawî de di encamên şer de rûxiyane, aliyên têkildar jî erka xwe ya li hemberî malbatên ku malên wan zirar dîtine, bi cih nayînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA