2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê dest pê kir

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokrartîk ve" li navenda Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir.

2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê dest pê kir
20 sibat, 2019   08:16

KOBANÊ

Beriya niha bi çend kêliyan Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku ji 6`ê Sibatê ve amadekariyên wê li bajarê Kobanê dihatin kirin, dest pê kir.

Ji saetên sibê ve bi dehan şandeyên ciwanan ku ji welatên Rojhilata Navîn hatine da ku tev li konferansê bibin, berê xwe da hola Navenda Çand û Hunerê.

Tevgera Ciwanên Filistînê, ciwanên Tûnisê, Tevgera Xwendekarên Lubnanê, ciwanên Iraqê, ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermenî tev li konferansê bûne.

Her kes bi cilên xwe yên folklorîk tev li konferansê dibe. Tê payîn ku konferans 3 rojan dewam bike.

(bx/bm)

ANHA