ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.02.2019
20 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Rêxistina PYD‘ê ya kantona Girê Spî tê lidarxistin, rêveberên nû têne hilbijartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Îhab Abdullah ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîdan oxir dikin, saet 13:00. Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- DAIŞ`ê di demek nêz de dê ji aliyê erdîngariyê ve bidawî bibe. Ji ber ku ji hêla QSD`ê ve ji tevahiya aliyan ve di gundekî biçûk de hatiye dorpêçkirin. Lê rizgarkirina vê rûbarê bi hindek mijaran ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên li Şehbayê piştgiriya we bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê re anîn ziman û gotin: "Berxwedana Leyla û Nisr ji bo me vîn û hêz e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Herêma Cizîrê kêfxweşiya xwe bi serkeftina QSD`ê anî ziman û got: "Bi serkeftina li dijî DAIŞ`ê xwîna şehîdên me vala neçûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fakulteyên Endezyariya Petrolê û Petrokîmyayê bi damezirandina Zanîngeha Rojava di 7/4/2016`an hatine damezirandin. Di sala xwe ya sêyemîn de 160 xwendekarên ji Kobanê, Cizîr, Efrînê û hindek parêzegehên Sûriyê lê dixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kampa Eyn Îsayê derdora 13 hezar koçber hemêz dike. Ji sedî 70 ji wan ji herêmên bin serweriya komên alîgirên Tirkiyê, çeteyên DAIŞ`ê û rêjîma Sûriyê reviyan e.  Koçberan ewlehî û aramî di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terorê ku li ser tevahî cîhanî xeter bû, tine dike. Piştî tinekirina DAIŞ li herêmê me ne, divê gavên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bêne avêtin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi pêşengtiya Kongreya Star li herêma Dêrikê ji bo piştgirya parlamantera Kurd Leyla Guven û rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dest pê dike, konê çalakiyê li pêşiya Mala Gel a bajarê Dêrikê tê vedan, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê semînerekê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semîner li Navenda Çand û Hunerê tê dayîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên herêma Reqayê piştî ku rizgar bûn bendên paşverû şikandin û di her qadan de cih girtin. Di Komîteya Zabîte de rola jin sereke ye ku tevgera bazaran bi rêxistin dikin û rê li ber keysbaziyê digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê dest pê dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Herêma Efrînê kehrebeyê peyda dike, toreya kanalîzasyonê sererast dike, riyên zirar dîtine restore dike û ava vexwarinê ji gundên Kantona Şehbayê re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA