Di çalakiya îro de, bi dehan Filistînî birîndar bûn

Artêşa Îsraîl êrîş çalakiya deryayî ya welatiyên Filistînê kirin, di encamê de 34 Filistînî birîndar bûn.

Di çalakiya îro de, bi dehan Filistînî birîndar bûn
19 sibat, 2019   21:22

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînî diyar kir ku di çalakiyên îro de 34 Filistînî birîndar bûn û hin din jî di bin bandora gazê rûdikrêjê de mane.

Desteya Bilind a Meşên Vegerê û Şikandina Dorpêçê  çalakiya 24 emîn a Meşa Deryayî li berava li beramberî Wargeha Zîkîm a Îsraîlê ya li Bakurê Xezayê bi rêxistin kir.

Her wiha bi sedan Filistînê beşdarî çalakiya ku rojna li ser sînor têne lidarxistin bûn.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê gule li keştiyên çalkgeran reşandin û hin ji wan îbtal kirin.

ANHA