Baxoz nuqteya bidawîbûna xewna `Xîlafetê` ye

DAIŞ`ê di demek nêz de dê ji aliyê erdîngariyê ve bidawî bibe. Ji ber ku ji hêla QSD`ê ve ji tevahiya aliyan ve di gundekî biçûk de hatiye dorpêçkirin. Lê rizgarkirina vê rûbarê bi hindek mijaran ve girêdayî ye.

Baxoz nuqteya bidawîbûna xewna `Xîlafetê` ye
20 sibat, 2019   05:20

HOGIR NECAR / DÊRAZOR

Hêzên Sûriyê Demokratîk pêvajoya dawîn de ya Bagera Cizîrê Şerê Tinekirina Terorê li dijî DAIŞ`ê li gundê Baxozê di 9`ê Sibatê de dabû destpêkirin. Bi vê yekê bi temamî `dewleta xîlafetê` ji aliyê erdnîgarî ve bi dawî dibe.

Çeteyên DAIŞ`ê niha xwe li gundê Baxoza Jorîn asê kirine. Baxoza Jorîn girêdayî navçeya El-Sûse ya gundewarê rojhilata Dêrazorê ye. Li gorî serjimariya Buroya Jimartinê hejmara niştecihên wê di sala 2004`an de 10 hezar û 689 kes bû. Lê bi qewitandina çeteyên DAIŞ`ê re li gelek herêmên Bakurê Sûriyê bi hezaran çeteyan berê xwe dan herêmê.

Baxoz xwedî cihek stratejîk e, ji ber ku nêzî sînorê Iraqê-Sûriyê ye yan jî ya rast gund dabeşî du beşan dibe beşek li Sûriyê ye û beşa din jî li Iraqê ye û girêdayî Enbar. Ev herêm wek korîdorek girîng ji bo çeteyên DAIŞ`ê bû dema piraniya herêmên Sûriyê û Iraqê kiribûn bin serweriya xwe. Di wê herêmê re desteka leşkerî û lojîstîk werdigirt û li herêmên din belav dikir.

QSD`ê pêngava rizgarkirina herêmê bi astekî bilind da destpêkirin. QSD`ê bi rêya korîdorên ewle ku piştî ragihandina pêngavê vekiribûn, bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê û binpêkirinên wan xilas kirin. Piştî ku sivîl dighêjin herêmê ewle, tedbîrên pêwîst têne girtin û ji Kampa Holê re ya Kantona Hesekê têne veguhestin.

QSD`ê bi vîn û biryara tunekirina leşkerî ya çeteyên DAIŞ`ê û paqijikirina herêmê ji DAIŞ`ê, şerên xwe li herêma dawîn berdewam dikin. Lê di van çend rojên dawîn de operasyonên leşkerî kêm bûn, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin tevî wê jî hejmarek mezin ji mayîn çandine û tûnelan kolandine.

Bi pêşketinên QSD`ê re çeteyên DAIŞ`ê hejmarek mezin mayîn diçînin û gelek tûnel dikolin da ku xwe lê veşêrin. Di heman demê de êrîşên xwekuj pêk bînin. Her wiha sivîlên ku li gelê xwe asê kirine wek mertalên zindî bi kar tînin. Operasyonên rizgarkirina sivîlan piştî ku çeteyên DAIŞ`ê tengavkirina şêniyan zêde kirine, kêm bûn.

Bi pêşketinên QSD‘ê li gundê Boxoza Jorîn, bi taybet bi rizgarkirina sivîlan re bi dehan çeteyên ji cuda dewletên Erebî û biyanî xwe radestî QSD`ê kirin.

Ji bo parastina sivîlan, QSD`ê xebatên xwe yên lêgerînê didomîne. Di vê çarçoveyê de gelek tûnel dîtin û rûxandin.

Hindek malperên çapemeniyê belav kirin ku QSD`ê agirbest bi çeteyan re ragihandiye piştî ku çeteyan xwestine ber bi Idlibê yan jî Tirkiyê ve biçîn. Lê tiştên ku li ser erdê rû didin, nerastiya îdiyan wan çapemeniyan derdixîne holê. QSD`ê ev îdia piştrast kir û diyar kir ku wan daxwaza çeteyan bi temamî red kiriye û berdewamkirina şerê xwe li dijî çeteyan teqez kir. Fermendarekî QSD`ê Ednan Efrîn destnîşan kir ku pêngava wan ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê berdewam e û nerawestiye. Lê ji ber topbarana bêserûber û ji ber hejmara zêde ya sivîlên ku hîna li herêmê asê mane, pêngav rawestî. Tevî wê jî çeteyên DAIŞ`ê cilên sivîlan li xwe dikin.

Fermendarekî leşkerî li Dêrazorê anî ziman ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê di tûnelên di bin erdê de ku çeteyan li herêmê bi hejmarek zêde kolandine xwe vedişêrin.

QSD`ê tevahiya deriyê têketin û derketina ji gundê Baxozê ji hemû aliyan ve kontrol dike û aliyê çaran jî çemê Firatê ye. Fermendarê Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat di kongreya çapemeniyê de li zeviya El-Umer a petrol, diyar kir ku çete di nav 600 heya 700 m2 hatine dorpêçkirin. Hindek fermendar destnîşan kirin ku DAIŞ`ê derdora 2 hezar sivîl li gel xwe girtine.

Fermendarên meydanî bal kişand ku sedema derengmayîna rizgarkirina herêmê, sivîl in. Ji ber ku armanca sereke ya QSD`ê rizgarkirina sivîlan e.

Roj bi roj rûbara ku çeteyên DAIŞ`ê tê de asê mane kêm dibe. Lê xuyaye ku qaşo bi navê `dewketa xîlafetê` tê naskirin dê di rojên pêşiya me de tune bibe. Bi vê yekê erka QSD`ê bi dawî nabe, ji ber hejmara zêde ya şaneyên veşartî yên DAIŞ li herêmê  hene, ev jî kedek navdewletî û hindirîn dixwaze heya ku tune bibin.

(şx)

ANHA