Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên Baxozê rizgar kirin

Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî di hundir  gundê Baxozê de bikar dianîn, rizgar kirin

Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên Baxozê rizgar kirin
19 sibat, 2019   13:22

DÊRAZOR

Nûçegihanên me ku qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî di firehiya biçûk ku di bin dagirkeriya wan de maye bikar dianîn, rizgar kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku piştî şervanan sivîl rizgar kirin alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha nûçegihanên me destnîşan kirin ku piraniya sivîlên hatin rizgarkirin jin û zarok in û şervanên QSD`ê dê wan ber bi herêmên ewle ve bibin.

(bx)

ANHA