Topbarana li herêmên bêçek didome

Piştî daxuyaniyên serokatiya Rûsyayê ku hevpeymanên bi terorîstan re red kirin, îro dîsa topbaran li ser herêmên bêçek pêk hat.

Topbarana li herêmên bêçek didome
19 sibat, 2019   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro di saetên sibê de hêzên rejîma Sûriyê bajarê Xanşêxûn ê bejahiya başûrê Idlibê û gundê Sexir ê bejahiya bakurê Hemayê ku dikevin nava “herêmên bêçek”, bi moşekan topbaran kirin.

Çavkaniyên herêmî got li herêmên bêçek (Heleb, Idlib, Laziqiye û Hama) ji şevê ve aramiyek heye û di saetên vê sibê de dîsa topbaran pêk hat.

Ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve got yekîneyên artêşa Sûriyê tevger û nuqteyên terorîstan li gundê Xerbet Naqûs, Cenabre û Til Sexir ên bejahiya bakurê Hemayê kirin hedef.

Her wiha ajansê diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê operasyonên dijwar li ser navendên terorîstên "Partiya Tirkistanî" yên li derdora bajarokê Ziyara yê rojhilatê Sehil Xab pêk anîn û di encama wê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hêzên rejîma Sûriyê di rojên berê de topbaran li ser başûrê Idlibê û bi taybet piştî civîna sêalî li Soçî ya Rûsyayê di navbera serokên Tirkiye, Îran û Rûsya de bi dawî bû, kirin. Di encama wê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî çavdêran Tirkiye bi rêya dirêjkirina pêkanîna hevpeymana der barê Idlibê de, hewl dide  çeteyên Cebhet El-Nusra bixe nava rêxistineke din. Armanca wê ji vê yekê ew e ku El-Nusra derbasî nava komîteya destûrê bibe. Lê Moskov vê yekê red dike û dibêje divê Enqere van rêxistinan ji hev bixe û baregehên wan radestî hêzên rejîma Sûriyê bike.

(bx)