Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên nakokiyên Rûsya û Tirkiyê têkildarî Idlibê, danûstandinên Amerîkayê bi QSD`ê re, rewşa Yemenê û Iraqê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
19 sibat, 2019   09:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewsat: Rûsya zextê li Tirkiyê dike ji bo operasyoneke li bakurê rojavayê Sûriyê

Rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha got: "Kremlîn hişyarî da aliyên ku hevpeymanan bi terorîstan re bikin, bi vê yekê Kremlîn îşaret bi Tirkiyê kir û bal kişand ser operasyoneke leşkerî ku divê pêk were. Ji aliyekî din ve jî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê careke din teqezî li ser hevpeymana di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê de kir û got divê siyaset gav bi gav ji bo derxistina El-Nusrayê, pêk bînin.

Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov wih agot: “Bila ji hevpeymanên bi rêxistinên terorîst re tu hêviyan nekin. Ev hêviyeke derewîn e, ew terorîst in, ew Cebhet El-Nusra ne, zarokên El-Qaîdeyê ne.”

El-Ereb: Endamên DAIŞ`ê yên li gel Kurdan girtî, nayên berdan

Têkildarî mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Desthilatdariya li Bakurê Sûriyê bi rêveberiya Kurdan roja duşemê ragihand ku ew endamên rêxistina Dewleta Îslamî yên biyanî ku li gel wan girtî ne, bernadin û da zanîn ku divê dewlet bi berpirsyariya xwe rabin. Yek ji rayedarên karûbarên têkiliyên derve li herêma Kurdan Ebdulkerîm Umer got derdora 800 endamên biyanî di zindanan de ne. Her wiha 700 hevjînên wan û hezar û 500 zarokên wan di kampan de ne. Di heman demê de, Umer got girtiyên gel wan wek bombeyeke ku wê di her demê de biteqe û ger êrîşek li ser herêmê çêbe, dibe ku girtî birevin.”

Şerq El-Ewsat: Amerîka bi Kurdan re danûstandinan dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Serokê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel duh serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Votel di roja din de, bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk ku ji Kurd û Ereban pêk tê, rûnişt û mijara derketina Amerîkayê nîqaş kirin.”

Rojnameyê bi berdewamî anî ziman ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê xwest ku hezar û 500 leşker ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Sûriyê bimînin da ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de bibin alîkar. Kobanê anî ziman ku ew dixwazin di aliyê esmanî de bibin alîkar û di bejahiyê de jî hêzek hebe da ku bi hev re koordîne bikin. Lê Votel wiha got: “Serdan tenê ji bo pêkanîna fermana serok Donald Trump a vekişanda ji Sûriyê, her wiha mijara duyemîn jî piştî vekişandinê dê endamên koalîsyonê çawa tev bigerin, em ê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re nîqaş bikin.”

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Banga Neteweyên Yekbûyî ya lihevkirina di navbera hikumet û Hûsiyan de ku wê ji bendera El-Hudeyda ya sereke derkevin,  hate erêkirin.”

Filistîn

Her wiha têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Selteneta Uman teqez kir ku dewleta Filistîn dibe serbixwe be ev jî şertekî esasî ye ku bi Îsraîl re nayê nîqaşkirin.”

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî, rojnameya El-Ereb wiha got:" Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, piştî ku di hilbijartinan de nikaribû careke din bi ser bikeve, di aliyê siyasî de rola xwe nema.”

Sûdan

Der barê mijara Sûdanê de jî, rojnameya El-Ereb wiha got: "Wezîrê hikumeta Sûdanê roja duşemê got Tirkiyê teqez kiriye ew ê piştgiriyê bidin wan da ku îstiqrar li tevahiya Sûdanê di vê pêvajoya siyasî de pêk were.”

(kc)